Komploya Navneteweyî ku 23 sal li pey xwe hiştin divê baş bê famkirin

Rêber Abdullah Ocalan berî 22 salan di 9’ê kewçêra 1998’ê de neçar hate hiştin ku terka erda Sûriyê ku ji sala 1979’ê ve ye lê dijiya bike. Piştî Yunanistan, Îtalya û Rûsyayê wexta li welatekî Efrîkayê Kenyayê bû bi hevkariya îstixbarata Amerîka-Îngilistanê ji aliyê NATO’yê ve dîl hate girtin û 15’ê Sibata 1999’ê teslîmî dewleta Tirk hate kirin. Serokwezîrê Tirkiyeyê wê demê Bulent Ecewit, gotibû ez nizanim Abdullah Ocalan çima teslimi Tirkiyeyê hatiye kirin û diyar kiribû ku tu rola Tirkiyeyê div ê teslîmgirtinê de nîn e. Wekî Rêber Ocalan jî amaje pê dayî dewleta Tirk di vê komployê de tenê bi karê “gardîyaniyê” rabûye.     

Ev bûyer wek Komploya Navneteweyî hate naskirin û vê bûyerê li Kurdistanê û her dera kurd lê dijîn bi înfîaleke pir mezin hate pêşwazîkirin. Ji 9’ê Kewçêrê pê de li zindanan bi dirûşma “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” çalakiyên fedayî destpêkirin û van çalakiyan piştî 15’ê Sibatê jî dewam kir.  

Kurdan pêvajoya bi 9’ê Kewçêra 1998’ê û şûnde destpêkirî û heta roja me hatî tev wek pêvajoya komploya navneteweyî ya hêzên komploger û beramberî vê bo kurdan jî wek pêvajoya têkoşîna “xwe parastinê, şerê bo azadiyê” îlan kir. Yanî kurdan Komploya dijî Rêber Ocalan wek plana qirkirina xwe qebûl kir. Lewra jî ligel hemû pêkutî û sepandinan li dora Serokatî û partiya xwe bûn xelek û dest jê berneda. 

Çima komployeke weha dijî Serok APO hate gerandin?

Piştî belavbûna Yekitiya Sovyetê di serî de Amerîka hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo dinyayê ji nû ve diyazn bikin ji bo dabînkirina projeya Cîhana Nû ji Rojhilata Navîn dest pê kirin û destwerdan li Iraqê kirin. Yanî pêvajoya şerê Kendavê bû qonaxa yekî ya vê komployê. Di vê çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê hikûmet hate avakirin. Xebata pêşîn ya vê hikûmetê jî dijî PKK’ê şer îlan kir. Yanî Şerê Kendavê her weha qonaxeke nû ya vê projeyê bû, di çarçoveya vê projeyê de hikûmeteke kurd a hevkarên hêzên serdest hate avakirin û pê re armanca vê qonaxê jinavbirina PKK’ê jî hebû. Li Başûr di payiza 1992’ê de bi beşdariya dewleta Tirk êrişeke berfireh hate destpêkirin û wek berdewama vê êrişê li Bakur Turgut Ozal hate kuştin û ev xeta aştîxwaz hate jinavbirin.  Pê re di bihata 1994’ê de bi destê hevkariya Tansu Çiller/Dogan Gureş êrîşên li Bakur heta Başûr hatin berfirehkirin û van êrişan heta sala 1998’ê berdewam kir. Ligel êrişên dijwar PKK ji nav çû berevajiyê PKK’ê hêza xwe ya gerîla xurtir kir û Komplo dageriya ser awayekî din. Di vê qonaxa duyem de Mesud Barzanî û Celal Talabanî serdana Washingtonê kir. Serokên van herdu hêzên kurdî yên bi salan bû bi hev re şer dikir di 17’ê Îlona 1998’ê de peymana Washingtonê îmze kir.  Eynî wekî hikûmeta di 1992’ê de hate avakirin çawa PKK xaleke giring bû, di vê peymanê de jî PKK bû xaleke giring.

Peymana Washingtonê ku di navbera PDK û YNK’ê de hate îmzekirin ji heft xalên sereke pêk dihat.   

Daxuyaniya vê peymanê di bin Serokê Amerîka yê hingê Bill Clinton de bi beşdariya Celal Talabanî û Mesûd Barzanî ji aliyê Wezîra Derve Madeleine Albright ve aşkerekirin û di xala 4’ê ya peymanê de weha dihate gotin, “Divê bê tawîzdan hebûna PKK’ê li nav erdê Kurdistana Iraqê bête astengkirin.” 

Ji ber ku pêkanîna vê xalê wekî berê nedibû Komploya 9’ê Kewçêrê hate pêkanîn. Bi derbeya faşist a 12’ê Îlona 1980’ê re hêzên navneteweyî û hevkarên wan ên herêmê PKK û hêzên gerîla kirin hedef mebesta wan ji vê têkoşîna azadiya kurdan têk bibin, lê ev hêz di vê armanca xwe de negihîştin tu encamê. Ji ber wê yekê, di şexsê PKK/Gerîla de wan berê xwe da Serok APO, çimkî ewî di şexsê kurdan de ji bo gelên herêmê hêza berxwedanê vejandibû, lewra hêzên komploger pêvajoya duyem a komployê da destpêkirin. Qet tesadif nîn e ku destpêkirina vê komployê bi dîroka qetilkirina şoreşgerê enternasyonalîst Che Guevera re gihandin hev.         

Bi vê wateya xwe ve 9ê Kewçêrê dibû destpêka pêvajoyeke nû. Bi 15’êSibata 1999’ê pê de di şexsê Rêbertîyê de ji bo kurdan pêvejoyeke nû ya tecrit û bindestiyê dest pê dikir. Gardîyanê vê pêvajoya nû jû Dewleta Tirk a faşist bû. Heke îro dîktatoriya faşist ya MHP/AKP’ê di dijmaniya kurdan de ti sînoran nas nekin sedema vê ew e ku peywira gardîyanî û îşkencekariyê hildaye serê milên xwe. Yanî heke îro Dewleta Tirk a faşist bi serkêşiya faşîzma AKP/MHP’ê bi awayekî bêperwa her awa êrîşên dijî insanî û neexlaqî, dûrî pîvan û rêgezên hiqûqî bikaribe û biwêribe pêk bîne, ev girêdayî peywira wê ya gardîyaniyê ye. Ji ber vê yekê li kê derê têkoşîna azadiya hebe, dewleta tirk a faşist, bi awayekî barbar êrîşan tîne ser wê derê. Vê êrişkariyê ji mafê xwe dizane, çimkî ew gardîyanê hêzên hegemonîk e, karê wê ev e. Ev rewşa wê dişibe rewşa Hîtler ya dema Şerê Cîhanî yê 2yan. Çawa ku Nazîyên faşist ji bo jinavbirina sosyalîzma li Sovyetan palpiştiya wê hate kirin û ew hate xurtkirin, faşîsma AKP/MHP’ê jî ji bo tevgera azadiya Kurdistanê ji nav bibe wisa piştgiriya wê hatiye kirin û ew hatiye xurtkirin. Girava Îmraliyê ji aliyê pergala navneteweyî ya komploger ve hatiye sazkirin, çawa ku ji bo Napolyon û Mandela zidana giravê hatibû avakirin, karê vê zindanê jî eynî tişt e, lewra li ser Serok APO tecrîda şidandî tê meşandin û ew di şertên giran ên êşkenceyê de tê ragirtin. Ji ber vê yekê daxwaza azadiya Serok APO, dijî dîktatoriya faşist û sîstema komploger rêya berxwedanê ye.         

Ji ber ku hêzên gerîla û gelê kurd bi perspektîfa berxwedan û serkeftinê tevdigere ji aliyê dewleta Tirk a faşist ve rastî êrîşnên har tên. Ev êrişên faşist hêza xwe tenê ji hêzên navneteweyî nagirin her weha hevkarên wan ên kurd jî mixabin vê hêzê didin wan. Ev xeta noker berxwedêrên li Bakur Rojhilatê Sûriyê dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a faşist sûcdar dike. Ev noker ne ji dagirkeran re ji berxwedêran re dibêjin ji vê derê derkevin. Li Başûrê Kurdistanê jî, PDK li gorî ruhê peymana Washingtonê ne ji dewleta Tirk lê ji PKK’ê dixwaze ku ji herêmê derkeve. Di encama hevdîtinên di asta herî bilind ya di navbera rayedarên dewleta Tirk û PDK’ê de, PDK li ser sînorê navbera Rojava û Başûr de sengeran dikole, cebilxaneyeke giran bi cih dike, ev hewldanên wê gelekî bi rasthatina komploya 9’ê Kewçêrê re û bi peymana Washingtonê re ne tiştên tesadif in.          

Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî her şewazê êrişê xwedan îdiaya serkeftin û berxwedanê ye, di vê dema Komplo dikeve nav 23 saliya xwe de ligel gef û gurên dagirkirinê bi biryar e Serokatiyê biparêze û Serkeftina xwe mayinde bike. Şefê Faşist Erdogan gefên xwe anîne wexta salvegera dagirkirina Serêkanî û Girê Spî, ev gefên nû nîşanên dijmaniya wî ya sondxwarî ya bo kurdan e. Di salvegera 23’ê ya komployê de KCK li dijî faşizmê bi hemle û çalakiyên xwe helwesta xwe nîşan dide. Û ji bo şikandina dorpêça bi komploya 9’ê Kewçêrê hatiye pêkanîn, divê azadiya Serokatiyê bête pêkanîn, divê şoreşa Bakur Rojhilatê Sûriyê bête parastin û xurtkirin. Ev peywir di her qada jiyanê de, bi rêxistinkirina hemû pêkhateyên civakî, bawerî û nijadî dikare bête bipêşxistin û divê ser vê esasê bête bicihanîn.     

Hêzên komploger ji bo ev peywir neyê bicihanîn û pêşiya wê bê girtin dê hemû rê û rêbazên şerê taybet bi kar bînin. Ji bo pêkhateyan, bîr û baweriyan berdin hev û fitne di nava wan derxin dê her tiştî bike û dike jî. Ciwan û jin bingehê sereke yêm şoreşê ne, dijmin jî ji bo ciwan û jinan qels bikin, bixin nav dafik û siyaseta xwe ya kirêt dê her hîle û planê bigerînin. Ji bo gel û pêkhate sist bibin û baweriya wan bi şoreşê bişkê û wan dijî şoreşê rakin ser pêyan dê projeyên psikolîk û derûnî ser wan bimeşînin. Bi van proje û fitneyan dixwazin dijî Serok û têkoşîna azadiyê guman û şikê di mejiyê mirovan de biçînin. 

Ji lewra jî Komploya 9’ê Kewçêrê ne tenê zindanîkirina serokatî û hisarekirina gelê kurd e, heman demê ew komplo reşkirina hêvî û tarîkirina baweriya bi şoreşê ye.

Wexta Serok dibêje “baweriya te ji serkeftina te pîrzotir e” ji me dixwaze ku em çu car baweriya xwe bi şoreşê sist nekin, ji bo vê jî divê em hêza xwe ya rêxistinî xurt bikin û bi hevgirtin û xwe pêşxistinê em dikarin komployê têk bibin. 

Ji ber vê yekê jî vê dema komplo dikeve 23 saliya xwe de divê em tev bi hev re faşism, tecrîd û dagerkiriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin. Ji bo vê jî divê em xweparastina xwe firehtir bikin. Li ser vî binemayî divê em hemû şax û bingehên jiyana azad ava bikin. Ancax bi vî awayî em ê bikaribin Serokatîyê biparêzin û lê xwedî derkevin. Ancax komplo bi vî awayî pûç dibe û komplo ji nav diçe.

ANHA