Komploya navnetewî li ber avahiya NY‘yê ya li Lubnanê hate şermezarkirin

Bi sedan kurdistaniyên li Lubnanê dijîn ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li ber avahiya NY ya li Beyrûtê lidar xistin.

Kudistaniyên li Lubnanê dijîn ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ket sala xwe ya 21‘an çalakiyek li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Beyrûtê lidar xistin.

Çalakgeran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankarên ku komplo şermezar dikin û banga azadiya Ocalan dikin vekirin.

Bi navê Tevgera Civaka Demokratîk û bi navê pêkhateyên Ermen li Lubnanê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn, komploya navnetewî şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi Ocalan re anîn ziman.

 Di dawiyê bi navê çalakgeran nameyek ku komployê şermezar dike û banga bidawîkirina tecrîdê û azadiya Ocalan dike radestî rayedarên NY‘ê kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û banga azadiya wî bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din