Komplo li dijî hemû gelên azadîxwaz e

Şêniyên bajarê Helebê û navçeya Dirbêsiyê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, komplo gelên azadîxwaz kir armanc, lewma komplo sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Bi rasthatina salvegera 21`mîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî li bajarê Helebê çalakiyên gel zêde dibin.

HELEB

Derbarê komployê de ajansa me nêrînên pêkhateya ereb ên li taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê girtin.

Welatiya bi navê Yasmîn Idlibî got, “em wekî pêkhateya ereb bi pêkhateyên li taxê re dijîn û derbarê komploya li dijî rêbertî ku banga biratî, aşîtiyê û rizgariya jinan dikir xwedan mafin ku nêrînên xwe par ve bikin.”

Yasmîn got, komplo bi armanca tunekirina gelên azadîxwaz û şikandina vîna wan pêk hatiye, lê tevî qeyd û bendên hikumeta Tirk a dagirker ku li dijî Rêber Ocalan dane meşandin jî nekarîne fikirê azad ê Rêber Ocalan asteng bikin.

Yasmîn wiha axaftina xwe bi dawî kir, “Em soz didin rêbertî ku em ê şopdarê rêya fikirê wî bin, azadiyê misoger bikin, têkoşînê heta qezenckirina azadiya rêbertî berdewam bikin û bi saya fikirê azad em ê komployan vala derxînin.”

Welatiyê bi navê Ehmed Abdullah jî got ku, ew li ser esasê jiyana hevbeş a ku li ser fikir û felsefeya rêbertî hatiyê li pêşxistin bi kurdan re li taxê dijîn.

Têkildarî komploya navdewletî Ehmed got, “hemû dewletên zilhêz li dijî Ocalan bûn yek. Ji ber ku banga fikirê azad dike û balê dikişîna ser biratiya gelan. Fikirê rêbertî li dijî berjwendiyên wan ên hevbeşin. Komplo ne tenê li dijî gel Kurd e lê belê li dijî gelên azadîxwaz pêk ve ye û ev yek ji bo gelê Ereb jî derbasdar e.”

Welatiyê bi navê Musa Mihmed jî bal kişand ser banga Ocalan ku dixwest yekîtiya gelan ava bikin û wiha axifî: “Rêber Apo banga biraytiya gelan kir. Ev jî xizmeta dewletên Ewropa nake û astengiyê li pêşiya berjewendiyê wan ava dike. Ji ber vê yekê îro dewletên komploger hewldana derxistina nakokiyên di navbera pêkhateyên herêmê de dikin.”

DIRBÊSIYÊ

Têkildarî tecrîdê û komplo ku hîn jî li dijî Rêber Abdullah Ocalan  berdewam in, şêniyên dirbesiyê jî bertek nîşandan û gotin armaca komployê yek jê jî ew bû ku di navbera gelan de şer ava bike.

Welatiya bi navê Melat Heso ku, ji beriya sedan salan dewleta Tirk li ser gelên rojhilata navîn komkujî û binpêkirinan pêk tine û nexasim li dijî gelê Kurd vê dike û hetta hewldide kurdan bi giştî qirbike. Ji bo vê jî ziman û çanda xwe li ser gelê Kurd ferz dike.

Melat got, ku sedema dîlgirtina Rêber Ocalan ji ber banga mafên hemû gelên bindest dike û di heman demê de ji ber xwedan fikirekî demokratîk û azad e.

Welatiyê bi navê Idrîs Mihmed jî axivî û dîlgiritina Rêber Ocalan wekî "Sûcdariya derheqê mirovahiyê" wesif kir û got, “tevî rêbertî dîlgirtin, lê fikir û felsefeya rêbertî li cîhanê pêk ve belav bû û gelên cîhanê her ku diçe azadî û demokrasiye misoger dikin.”

Mihmed di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Rêber Ocalan xwedan fikirekî neteweyî ye û domdar belavkirina aşîtiyê û biratiya gelan li Rojhilata Navîn û cîhanê dike armanc.Isbata vê yekê jî ezmûna li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê ye.”

Welatiyê bi navê Umer Newaf axivî û got, kiyarên dewleta Tirk li dijî Ocalan dane meşandin, bi mafên mirovan û qanûnên navdewletî re bi nakok e, lewma ew bang li rêxistinên mirovî û mafên mirvan dikin ku zextê li ser dewleta Tirk bikin û rêber Ocalan serbest berdin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din

Li Şamê teqîn