Komîna Civaka Azad a Girê Spî civîna xwe ya salane li dar xist

Bi dirûşmeya `Bi jina zane civaka azad ava dibe û bi hev re civakek azad ava bikin`, Komîna Civaka Azad a bajarê Girê Spî civîna xwe ya salanê li dar xist.

Bi tevlibûna bi dehan endam û rêveberiya komîn, nûnerên meclisa kantona Girê Spî îro yekemîn civîna salanê ya Komîna Civaka Azad a kantona Girê li hola El-Inaş El-Rîfî  ya nexweşxaneya watanî ya bajarê Girê Spî  li dar ket.

Civîn bi dirûşmeya `Bi jina azad civaka azad ava dibe û bi hev re civaka azad ava bikin` li dar ket. Ji destpêka damezirandina komînê ve di 15`ê Tebaxa 2018`an de ev civîna yekemîn e.

Komîn li Girê Spî bi armanaca komkirina tevahiya olan û pêkhateyan di malakê de ava bû. Komîna Civaka Azad  Girê Spî ya yekemîn e ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê avakirin.

Ji armancên komînê; avakirina civakek demokratîk û siyasî, avakirina kesayetek azad û serbixwe, tevahiya sloganên olperest û nijadperestî red dike, her cureya desthilatdariyê red dike û endamên wê xwediyê rihê berpirsyariyê ne. Her wiha armanc dike têkliyên hezkirinê bide rûniştandin û civakê fêrî hezkirina welat û parastina wî bike. 

Di civînê de gelek axaftin hatin kirin ji hêla hevseroka komînê Bedîa Elî, endama rêveber a Rêveberiya Kantona Girê Spî Peyman Rewşenbîr û endamê komînê Mihemed El-Hemdan ve.

Axaftinan diyar kirin ku pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ereb, Ermen û Turkman ve wek malbatekê li ser rêgeza biratiya gelan dijîn û li hermber dijminê herêmê wek mertalên zindî disekinin.

Axaftinan di nav gotinên xwe de destnîşan kirin ku komîn rolek pêşeng di civakê de dilîze û fikrê giyana komînal belav dike.

Ji aliyê xwe ve endamê komînê Mihemed Şêx Elî bi navê malbatên şehîdan axivî û destnîşan kir ku bi saya ciwanên herêmê serkeftin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin.

Piştî wê hevserokê komînê Salih El-Hecî rapora salê û endamê komînê Umer Mihemed Elî rêziknameya komînê xwend.

Piştî nîqaşên girêdayî rêziknamê û rapora salê, Erîfa Mihemed Umer û Newres El-Behir wek hevserokên komînê hatin hilbijartin. Civîn bi axaftina endamê Rêveberiya Kantona Girê Spî Ibrahîm Cuma bi dawî bû. Cuma di axaftina xwe de beşdaran bi lidarketina civînê û encamên wê pîroz û hêviya serkeftinê ji wan re xwest. 

(şx)

ANHA


Mijarên Din