Komên lezgîn ên pisporê rêgirtina li pêşiya vîrûsa Korona çawa kar dikin?

Komên lezgîn pispor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Korona, di dirêjahiya 24 saetan de kar dikin. Ev tîm li gorî pergalekê ku Şaneya Kirîzê diyar kiriye dixebitin.

Yek ji komên lezgîn ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Korona hatine avakirin jî koma lezgîn a bajarê Qamişlo ye. Kom, heta niha bi dehan giliyên şêniyan û nexweşxaneyên bajêr pêşwazî kirine.

Şaneya Kirîzê ya herêma Cizîrê ji bo şênî xwe bigihînin komên lezgîn 4 hejmarên telefonê li herêma Cizîrê diyar kiribû. Endamê rêveber ê odeya operasyonên lezgîn Said El-Elî diyar kir ku rojane giliyan pêşwazî dikin û got: "Hinek ne rast in. Em hêvî dikin ku şênî van hejmaran ji bo giliyên nerast bikar neynin. Ji ber van giliyan, xebatkarên tenduristiyê serferberiyê radigihînin. Divê şênî bi berpirsyarî nêzî vê mijarê bibin. "

Said El-Elî wiha domand: "Dema şêniyek li me digere, gelek pirs agahiyên girêdayî nîşaneyên nexweşiyê jê tên pirsîn. Li ser wê komên lezgîn dilebitin da ku ezmûnên pêwîst çêkin."

El-Elî diyar kir ku li bajarê Qamişlo heya niha ji giliyên ku çêbûne jê 7 di cih de bûn e.

El-Elî destnîşan kir ku piştî giliya şêniyan an jî nexweşxaneyên bajarê Qamişlo, odeya rewşên awarte bi komên lezgîn ên li ser erdê re koordîne dike.

Sîmav Ibrahîm endama koma lezgîn a meydanî ye dibêje, dema agahî ji odeya rewşên awarte werdigirin, yekser diçin cihê diyar.

Sîmav wiha berdewam kir: "Ez li cihê tenduristiyê ya li bajarê Qamişlo bûm, dema odeya rewşên awarte agahî da me ku rewşa zarokek 4 salî bi guman e, kom yekser bi temamî amade bû û me berê xwe da cihê diyar. Me germahiya laşê zarok pîva. Piştî ku teqez bûn, pileya germahiya laşê wî bilind e, me şand laboratîwarek taybet ji bo ku bi rêya ezmûna Kît kontrol bikin."

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlibûna saziya Swêdî ya bi navê PEAS Kît vedît. Desteyê di 20`ê Adarê de di daxuyaniyek çapemenî de vedîtina xwe ragihand. Bi rêya ezmûna Kît kesên vîrûs wegirtina di 30 saniye de tên diyarkirin. Kît di 30 nexweşxaneyên bajarê Wûhan a Çînê de hatiye ceribandin.

Sîmav teqez kir ku piştî encama feshkirina zarok bi rêya Kît neyînî (negetîf) bû, zarok şandin nexweşxaneyê da ku were dermankirin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kir ku heta niha tu haletên vegirtina vîrûsa Korona li herêmê nehatine belgekirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din