​​​​​​​Komkujiya Til Hasil û Til Eran, sedem û armancên wê

Çeteyên Cebhet El-Nusra û komên alîgirên wê di rojên 27, 28 û 29’ê Tîrmeha 2013’an de li bajarokê Til Hasil û navçeya Til Eran êriş û komkujî pêk anîn. Di encamê de nêzî 50 sivîl bûn qurbanî.

Komên çete bi serkêşiya çete Abdulcebar El-Egêdî di 24’ê Hezîrana 2013’an li bajarê Dîlok ê Tirkiyê civîn li dar xist. Di civînê de odeya oporasyonan a bejahiyên bakurê Helebê hate avakirin ku navê "Odeya Mucahîdî El-Şîmal" lê kirin. Armanca avakirina vê odeyê ew e ku raste rast bi çavdêriya Tirkiyê şerê Kurdan bike.

Ji nav wan bajarên hedefgirtî, bajarokê Til Hasil û navçeya Til Eranê yên girêdayî herêma Sifêrê ya başûrê rojhilatê parêzgeha Helebê  jî hebûn. Dema ku aloziya Sûriyê dest pê kir, yekem komkujiyên li ser Kurdan li van herdu deverên navborî pêk hatin.

KURTEDÎROKA TIL HASIL Û TIL ERANÊ

Bajarokê Til Hasil ê niştecihên wê Kurd in, derdora 17 km dikeve başûrê rojhilatê parêzgeha Helebê li ser rêya giştî Heleb-Sifêrê ye. Bajarokê piştî kargehên kebil û betariyan e û bi bajarê Til Eran ve ye. Herêma Sifêrê û bajarê Waha nêzî 8 km jê dûr e. Hejmara niştecihên wê nêzî 15 hezar e. Kurdên misliman û êzîdî û eşîreya Dendaya(Dena) lê dijîn. Xaka wê ji bo çandiniyê baş e.

Navê Til Hasil lê hatiye kirin, ji ber ku nêzî bajarê Til Eran (Girê Aran) ye. Her wiha di dema dagirkeriya Osmaniyan de navenda giştî ya komkirina bermahiyên çandiniyê (Xerac) ya wîlateya Helebê bû. Ji ber ku Xerac bi awayê girekî mezin lê dihat komkirin, navê wê bû Til Hasil.

Di erdnîgariya wê de hin navên Kurd hene, heta di dîrok û sicilên eqarî de jî hatin sepandin mîna Xirabê Hêrot, Girê Berîde û Xirabê Şêlê.

Eşîrên tê de; Al Ebas jê malbata Hemkê, Al Kalo, Al Ênce, Al Şemo(Hecî), Al Terboş(Xoratî), Al Xilosî, Al Eirec(Tobal) Al Demilî, Al Welo, Al Cerad, hin malbatên din.

Di navbera xelkê Til Eran, Kefer Sexîr, Um El-Hoş, Ehriz, Neyrebiyê, Şêx Kêf, Teana, Hesacek û hin gundên din ên Kurdan ên li herêmên Bab û Ezaz û Kobanê de têkiliyên malbatî (xizim) heye.

 Têkiliya Til Hasilê ya xizmtî bi Kobanê, Til Eran, Kefer Sixîr, Um Hoş, Ehrez, Nêrebiyê, Şêx Kêf, Teanê, Hesaçik û gundên Kurd ên dîtir ên li herêmên Bab û Ezazê, re heye.

Her wiha têkiliya Til Hasilê ya xizmtiyê bi gundên Endara, Basote, Xezawiyê, Birc Ebdalo, Dîwan, Kaxirê, Qestela Elî Cindo û hin gundên dîtir ên li herêmêa Efrînê re jî heye.

Têkilî û serdanên wê ji kevn de bi Al Xubarî, Al Şêx Îsmaîl Zade, Al Betal, Al Muxtar, Al Qaziqlî, Al Dîkê, Al Hiso û hin malbatên dîtir ên li Efrînê re heye.

Til Hasil bi çandina genim, sebze, kulîlk, şitlên sebzeyan û şitlên darên biberhem navdar e. Her wiha bi xwedîkirina lawiran jî navdar e. Tê de gelek kargehên pîşeyî û dikanên bazirganiyê hene.

Li Til Hasilê 4 mizgeft û gelek dibistanên seretayî, navîn û amadehî, navenda tenduristî, cihê telefonê, navenda şaredariyê, firina otomatîk, firina yedek, kilînîk, gelek dermanxane, nexweşxane, nivîsgehên perwerdeyên taybet ên amadekirina dewreyên fêrkirina xwendekaran hene.

Navçeya Til Eran an jî (Girê Aran-Girê Arana ) a Kurd li aliyê rojhilatê başûrê parêzgeha Helebê nêzî 20 km û bi bajarokê Til Hasil ê Kurdî ji aliyê bakurê rojhilat e. Di nav re rêya giştî Heleb-Sifêrê-Waha derbas dibe, hejmara niştecihên wê zêdetirî 35 hezar e.

Di Til Eranê de girekî dîrokî yê mezin heye, ev gir mezintirîn girê dîrokî li bejahiya Helebê ye. Her wiha di navçeya Til Eranê ji serdema Mîtanî de şênî heye û şer di navbera Mîtanî û Ferewnan de çêbû û piştre bû paytexta Aramiyan(Beyt Kos).

Li derdora Til Eranê hin girên biçûk hene, hê jî navên wan bi kurdî û mîtanî ne. Ji aliyê rojava ve Girê Hejîra heye, ji aliyê rojhilat ve Girê Diwêla heye.

DI 2013’AN  DE LI TIL HASIL Û TIL ERAN ÇI RÛDA

Di destpêkirina aloziya Sûriyê de, şêniyên bajarokê Til Hasil û Til Eranê hêzeke xwe ya taybet bi navê Cebhet Ekrad ava kirin. Erka wê jî parastina şênî, ewlehî û aramiya şêniyan bû. Ev hêz heta bi Minbic, Tebqa û Reqayê çû û bawerî da şêniyan û meclisa sivîl jî hat avakirin.

Komên çete di 27, 28 û 29’ê Tîrmeha 2013’an de êrişî Til Eran û Til Hasilê kirin û komkujî li ser şêniyan pêk anîn. Li ser sedem û armancên van êrişên Parêzer Elaedîn Xalid ê ji bajarokê Til Hasilê ji ANHA’yê re axivî.

Elaedîn Xalid wiha got: "Derbarê komkujiya Til Hasil û Til Eranê re amadekarî hebûn. Destpêka aloziya Sûriyê şêniyên Til Hasil û Til Eranê nehiştin komên bi yên bi navê “Artêşa Azad” derbasî Til Hasil û Til Eranê bibin. Bi insiyatîfa rûspiyan û dûrî mudaxeleyên derve her du bajarokan komek ji ciwanan ji bo rêvebirina bajarok, gundên girêdayî wê, parsatina şêniyan û dabînkirina xizmetguzariyan ji şêniyan re, hat avakirin. Bi wê re jî aramî li herêmê çêbû û gelek koçberên ji bajarê Helebê berê xwe dan wir, heta ji herêma Sifêrê û gundên derdora wê jî berê xwe dan wir. Me aş amade kir, ard ji şêniyan re dabîn kir û piştevaniya firinên li Til Hasil û Til Eranê kir."

Xalid wiha domand: "Di wê demê de bi navê “Artêşa Azad” şerê rejîma Sûriyê dihat kirin. Piştî ku li Humisê têk çûn, paş de kişîn. Di heman demê de anku di  24’ê Hezîrana 2013’an de, bi çavdêriya MÎT’a Tirk civînek di navbera komên çete yên bi serkêşiya serçeteyê bi navê Abdulcebar El-Egêdî li wîlayeta Dîlokê (Gazîentabê) çêbû. Di civînê tevahî komên çete hebûn û biryara qirkirina gelê Kurd dan."

Xalid sedemên êrişkirina li ser bajarokê Til Hasil û navçeya Til Eranê wiha vegot: "Ditirsiyan ku Efrîn bi bajarê Kobanê ve were girêdana. Lewra MÎT’a Tirk xwest gelê Kurd û wê hêzê têk bibe, bajarê Efrînê ji Kobanê qut bike. Ew jî bi hevkariya komên leşkerî û Îslamî yên tundraw ên dîtir re pêk hat. Hin sedemên êrişkirinê hebûn. Ya yekê; ji ber şêniyên her du herêman Kurd bûn. Ya din jî MÎT’a Tirk çete ji bo şerê li dijî Kurdan bi kar dianî. Ji ber têkiliya dewleta Tirk ne bi gelê Sûriyê û ne jî heta bi şoreşgeran re heye. Armanca wî kuştina gelê Kurd û guhartina demografiya herêmên Kurdan e. Ji aliyekî din ve jî hedefa wî tunekirina Kurdên li Til Hasil, Til Eranê û heta bi Ezaz û herêma Babê ye. Her wiha bendeke kontrolê ji çeteyan di navbera Efrîn û Kobanê de deynin."

LI SER ZIMANÊ ŞAHÎD Û BEŞDARÊ BERXWEDANA TIL HASILÊ BÛYERÊN KOMKUJIYÊ

Cûma Kalo, di wê demê de serokê Meclisa Sivîl a bajarokê Til Hasil û Til Eranê bû, heman demê de yek ji kesên ku beşdarî berxwedanê bû ye. Cûma Kalo derbarê bûyerên ku di nava 3 rojan de çêbûn wiha dibêje: "Roja 27`ê Tîrmehê rewş normal bû. Me tu êriş li ser herêmê texmîn nedikir. Di destpêkê de êrişî navenda Cebhet El-Ekrad a li bajarokê Til Hasilê kirin. Paşê bajarok dorpêç kirin. Di wan kêliyan de malbatek ku ji 5 kesan pêk dihat ji navçeya Til Eran ber bi navçeya Til Hasilê ve diçû. Çeteyan ew gulebaran kirin û kuştin. Dema êrişî navenda Cebhet El-Ekrad kirin, hewl dan derdora bajarok bigirin dorpêç bikin. Şêniyan gund belav bûn û dest bi berxwedanê kirin. Ciwanan êrişa wan têk bir, erebeyên girêdayî çeteyan û alavên leşkerî desteser kirin. Çete derbasî mizgefta gund a li ber deriyê têketina gund bûn. Dema nimêja berêvarê (êkindiyê) bû. Derfet nedan şêniyan ku nimêj bikin û nehiştin ku mele azanê bide. Sekvanên xwe li ser mizgeftê danîn da ku her kesê diçe û tê tê bikin hedef.”

Cûma Kalo vegotina bûyerê wiha domand: “Êrişa destpêkê nêzî 3 saetan dewam kir. Çeteyan saetên fitarê agirbest ragihandin. Di mizgeftan de bi hinceta parastina sivîlan banga teslîmbûnê dikirin. Her wiha digotin mal, can û hevjînên we li me helal in. Bi vê yêkê şêniyên bajarok bi hêrs bûn. Biryar dan ku heta dawiyê li ber xwe bidin. Piştî fitarê şer heta saet 02:00`an dewam kir. Me deriyên têketina bajarok ên sereke dorpêç kirin. Di wê demê de tenê koma ku derbasî gund bûbû mabû û di mizgeftê de hatibûn dorpêçkirin. Me dengê wan dibihîst wan alîkarî ji herêmên dûr û ji odeya operasyonên ku ava kiribû, dixwestin.

Alîkarî ji çeteyên Siwar Idlib û Ekrad Cebel El-Zawiye ji Minbic, Reqa û Cerablusê xwestin. Nêzî 10 hezar çeteyan êriş kir. Di roja 28`ê Tîrmeha 2013`an de şer giran bû. Ji bo parastina zarok û jinan me ew ji bajarok derxistin. Çekên li gel me tenê yên sivik bûn.

Çeteyan di êrişên xwe de hemû cûreyan çekan bikar dianîn. Bajarok bi top û moşekan topbaran dikirin. Li ser vî esasî me jin û zarok derxistin. Şênî derketin û li çolê li aliyê bakurê rojhilatê bajarokê Til Hasil di nava zeviyan de rûniştin.

Di roja dawîn a 29`ê Tîrmeha 2013`an de şer berdewam bû û nesekinî. Piştî di şerê bajarokê Til Hasilê de têk çûn berê xwe dan Til Eranê. Paşê me bihîst ku wan Til Eran girtiye. Piştî nîvro navçe dorpêç kirin û berê xwe dan bajarokê Til Hasilê û  dorpêç kirin. Tiştek li pêşiya me nema ji bilî vekişandinê. Ji ber em ditirsiyan ku komkujiyan pêk bînin. Çekên me kêm bûn. Em ji bajarok vekişiyan. Cebhet El-Nusra û çeteyan bajarok xistin bin serweriya xwe. Tê bîra min ku 480 çete di nav de 8 serçete ji nasnameyên biyanî hatin kuştin. Ji ber vê jî bi hêrs dibûn."

BERXWEDANA ŞÊNIYAN

Cûma Kalo bi van gotinan behsa berxwedana şêniyên Til Hasil û Til Eranê kir: "Di destpêka êrişan de çeteyan texmîn dikir ku di nava çend saetan de navçeyê bixin bin serweriya xwe. Lê ew ji ber berxwedana şêniyên bajarokê Til Hasil û navçeya Til Eranê matmayî man. Ji ber wê dest bi hemleya girtina sivîlan û nasnameyan kirin. Li gorî agahiyan wê demê ku nêzî 400 kesî hatin girtin di nav de jin û zarok hebûn û 45 kes jî şehîd bûn.

Ciwanên Til Hasil û Til Eran di berxwedanê de bi israr bûn. Teslîmbûm û derketina ji bajarok red kirin. Şênî bûn yek. Heta piştî ku em ji bajarok vekişiyan jî bi şevê bi awayekî veşartî derbasî bendên çeteyan dibûn. Ez dikarim bêjim ku bajarok bi êvarê di bin serweriya me de bû û di saetên sibê de di bin serweriya çeteyan de bû."

HIKÛMETA SÛRIYÊ TEMAŞE DIKIR

Parêzer Elaedîn Kalo wiha axivî: "Dema êriş pêk hat hikûmeta Sûrî tiştek nekir. Tevî ku Bİ 6 km saziya kargehên parastinê li başûrê bajarokê Til Hasil û bajarokê Til Eranê hebû. Her wiha tabûrên parastina hewayî li ser çiya hebû û li rojavayî her du bajarokan balafirgeha Kiwêris a leşkerî heye. Tabûra bi navê Til Hasil a parastina hewayî jî hebû. Şebekeya telefonê ya berikan piştî êrişê bi heftiyekê hat qutkirin. Komkujî li pêşiya çavên hemû cîhanê pêk hat û hedefên destpêkê Kurd bûn.”

Welatiya bi navê Ezîza Beşar ji şêniyên navçeya Til Eranê ye, got: “Navçeya Til Eran bi hezkirin û eşîratiyê tê naskirin. Berxwedana şêniyan roleke mezin di parastina sivîlan de lîst. Ez keda Hec Adil Eto ku di wê demê de temenê wî 50 sal bû ji bîr nakim. Ji ber parastina gundê xwe kir û di oxira wê de şehîd bû. Ji bo 20 ciwanên ji navçeyê biparêze canê xwe feda kir."

Komkujiya li dijî sivîlên bajarokên Til Hasil û Til Eranê heta niha di bîra zarokên wê de ye. Nêzî 50 sivîl şehîd bûn. Hinek ji wan ;Ehmed Eto, Îbrahîm Şemo, Îbrahîm Kalo, Ehmed Eskîf, Cûma Dibyan Kalo, Hecî Adil Eto, Hesen Hec Mihemed, Hisên Îbrahîm, Abdullselam Beşar, Hemam Terbûş, Hemûd Ercûn, Xelîl Daşir, Rakan Eskîf, Ridwan Qasim Hemadî Kalo, Semîr Hewa, Arif Eto, Abdullrezaq Bişar, Ebdo Eskîf, Elî Eskîf, Mihemed Bîlal, Mihemed Hewa, Mihemed Mamat, Nûrî Ercûn û Yehiya Faris, in.

(fr – bx)

ANHA


Mijarên Din