'Komkujiya li Minbicê sûcekî şer e'

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê diyar kir ku komkujiya ku dewleta Tirk li Minbicê pêk aniye sûcekî şer e, divê sûcdarên wî di dadgehek navneteweyî de werin darizandin.

8 mehin li ser lihevkirina Amerîka- Tirkiyê û Rûsya- Tirk a agirbestê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bûn, lê dewleta Tirk a dagirker lihevkirin binpê dike û êrişên xwe didomîne, her wiha di nava bêdengiya Rûsya, Amerîka û civaka navdewletî de rojane sûcan li dijî sivîlan pêk tîne.

Di 27`ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li gundê Qurt Wêran ê bajarê Minbicê pêk anî, di encamê de 6 sivîl di nav de 4 zarok şehîd bûn û 6 din jî birîndar bûn.

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku pêwîste dadgeha navdewletî, dewleta Tirk ji ber komkujiya ku li Minbicê pêk aniye darizîne û wiha domand: “Ev komkujî wek sûcek şer tê sinifandin. Lê mixabin hemû li hember sûcên dewleta Tirk ne tenê li Sûriyê lê belê li Lîbya û Yemenê bêdeng in. Em bang li gelên demokratîk dikin ku zextê li hikumetên xwe bikin da ku sûcên dewleta Tirk rawestînin. “

Evîn Cuma îşaretpê kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên şer li dijî gelên herêmê pêk tînin û ev sûc berdewam in. Evîn wiha pê de çû: “Wek Rêxistina Mafên Mirovan em bi komîteyekê re ku ji parêzeran ava bûye koordîne dikin da ku giliyên kesên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî wan sûc pêk anîne, bigihînin dadgehên Ewropayê. Mîna doza şehîd Hevrîn Xelef û hedefkirina kerwana sivîlan li Serêkaniyê û bikaranîna çekên kîmyawî.”

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de, çeteyan di 13`ê Cotmehê de kemînek li ser rêya navdewletî danî û di encamê de sekeretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi awayekî hovane hate qetilkirin. Di heman rojê de kerwana sivîlan a ku ji bo derxistina birîndaran derbasî bajarê Serêkaniyê bû, hate hedefgirtin. Di encamê de 13 sivîl di nav de du rojnamevan şehîd ketin.

Evîn Cuma da zanîn ku sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmê ji 2018`an ve dema kantona Efrînê  dagir kirin, ranewestîn û bi bîr xist ku "Dewleta Tirk heta niha sivîlan direvîne, îşkence dike û dikuje. Ji wê zêdetir fîdyayan ji malbatên girtiyan dixwazin. Di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk de di dirêjahiya salekê de zêdetirî 50 kes di bin îşkenceyê de hatine kuştin."

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê di berdewama axaftina xwe de got, kesên ji girtîgehên çeteyên dewleta Tirk revîne, destnîşan dikin ku rewşa girtiyan bi taybet ên jin qet ne baş e, diyar dikin ku li dijî jinan sûcên der exlaqî tên kirin. Çeteyan dest davêjin jinan û wan şantaj dikin. Evîn bal kişand ser ku gelek jinan zayîne û tu piştgiriyek tenduristî ji wan re nehatiye pêşkêşkirin.

Evîn eşkere kir ku rêxistinê bi sê jinên ji bajarê Serêkaniyê ku hatibûn girtin re civiyaye û ev tişt got: "Jinan destnîşan kirin ku ew ji ber tawan ne rast hatine girtin, çeteyan bi awayekî hovane îşkence li wan kirine û piştî dayîna fidyayan serbest hatine berdan.

JI BO GIRTINA FÎDYAYAN180 KES GIRTIN

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê  zêdetirî 180 navên kesên ku ji ber tawanên ne rast hatine girtin û li bermaberî fîdyayan hatine berdan belge kirine. Evîn di vî warî de got: “Zêdetirî 90 kes di girtîgehên çeteyan li herêmên dagirkirî hene. Tawan wan jî xebatên li dijî dewleta Tirk e. ruxmî ku ji Sûriyê ne, lê bi tawan xiyaneta li dijî dewleta Tirk hatine girtin û li gorî qanûnên dewleta Tirk têne darizandin. Ev yek jî ne qanûnî ye.”

Girêdayî rewşa ewlehiyê li herêmên dagirkirî, Evîn got: “Di mehekê de rêzeteqîn li gelek jîngehan pêk hatin. Di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin di nav de jin û zarok. Li gorî qanûnên navdewletî dewleta Tirk berpirsa wan teqînan e.”

Di dawiya gotinên xwe de endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê, Evîn Cuma bang li tevahiya rêxistinên navdewletî û dewletê xwedî biryar kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe yên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî û sivîlan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne, he wiha got divê, tevahiya berpirsên sûcên ku pêk tên, di dadgeha navdewletî de werin darizandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din