Komkara Erebî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî xaka Iraqê şermezar kirin

Komkara Erebî sûcên dewleta Tirk ên li dijî xaka Iraqê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew destekê dide Bexdayê.

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt bi daxuyaniyekê wiha got: "Di topbarana dewleta Tirk a li ser herêma Sîdekan a li ser sînorê Tirkiye – Iraqê ku di encama wê de du serbaz û leşkerek ji hêzên Iraqê, her wiha hejmareke ji sivîlan şehîd bûn. Ev yek binpêkirineke li dijî xaka Iraqê, pîvan û zagonên navneteweyî  û pîvana başbûna bi dewletên cîran re ye."

Her wiha hat destnîşankirin ku Komkara Erebî di qada navneteweyî de destekê dide hikumeta Iraqê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka wê.

(bx)


Mijarên Din