Komeleya Turkmen gefên Tirkiyê şermezar kirin

Komeleya Turkman a Minbicê û gundewarê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhihlatê Sûriyê dan û got: Em nahêlin tu kes destdirêjî li rûmet û xaka me bike."

Komeleya Turkman a Minbic û gundewarê wê bi daxuyaniyekê gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Di dema ku cîhan bi çavê rêzdariyê li herêmên me dinêre û pesna rola me di tunekirina teror û DAIŞ`ê de dide, kîn û nefret di dilê dijminên me de di serî de Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan destpê kir. Erdogan hewl da û hîna hewl dide bi rêya gefên xwe desketiyên ku me bi xwîna şehîdan bi dest xistine têk bibe.

Bi navê Komeleya Turkman a Minbic û gundewarê wê weke pêkhateyeke vê bajarê, em ji tevahiyan re radighînin ku em ji gef û hêzên Tirkiyê li ser sînor natirsin. Em hemû bombeyên demê ne. Her yek ji me amade ye canê xwe ji bo rûmeta welatê xwe feda bike. Em nahêlin tu kes destdirêjî li rûmet û xaka me bike.

Em soz didin şehîdan ku em şopdarên wan bin heta ku ala welêt bilind bimîne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din