Komeleya Tirkmenan banga pêşîlêgirtina dagirkeriyê kir

Komeleya Tirkmenan a Minbicê bi daxuyaniyekê bang li hemû pêkhate û gelên li herêmê kir ku refên xwe bikin yek û li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin.

Komeleya Tirkmenan a Minbicê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û diyar kir ku pêkhateya Tirkmen ji bo parastina herêmê amade ye.

Daxuyaniya Komeleya Tirkmenan wiha ye:

"Bi baweriya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş bi pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûryê re, em hewl didin bi birayên xwe yên ji hemû pêkhateyên din re aştî, ewlehî û îstiqrarê bi cih bikin û dûrî her cure êrîşên Tirkiyê bikevin û parastina ewlehiya sînorê xwe bikin. Em bi Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re disekinin, ji bo rêyekê bibînin û mîsogeriya ewlehiya sînorê xwe bikin û her tiştê ji me tê xwestin, em ê bikin.

Ji ber hêzên Amerîkayê bi erkên xwe ranebûn û hêzên xwe ji sînorê bi Tirkiyê re kişandin, niha Tirkiye ji bo êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe amade dike.

Em wek pêkhateya Tirkmen, kêliyekê ranewestiyan û bi hemû pêkhateyên din re di parastina xak, gel û welatê xwe de sekinîn. Em bang li hemû aliyan û gelên herêmê dikin ku xwe bikin yek û li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din