Komeleya Mafên Jinan navê Hevrîn Xelef xist nava lîsteya navneteweyî

Navê Hevrîn Xelef wek jineke xwedî bandor ku mohra xwe li dîrokê daye, di nava lîsteya Komeleya Mafên Jinan a Navneteweyî de cihê xwe girt.

Komeleya Mafê Jinan (AWID) di sala 1982'yan de ji bo hevsengiya hiqûqî, parastina hiqûqê, jinan, edaleta di navbera jin û mêran de, hat damezirandin. Di nava arşîva vê komeleyê de 450 jin ji tevahî welatên cîhanê wek jinên xwedî bandor û mohra xwe li dîrokê dane, hatine hilbijartin. Yek ji van jinan jî sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef e ku ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin.

Ev arşîv navê jinên kurd, emezîx û ereb di nava xwe de vedihewîne. Ji bo bîranîna jinên ku mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştine ev arşîv hate amadekirin. Di vê arşîvê de 450 jinên siyasetmedar, hiqûqnas ji 88 welatên cîhanê hatine hilbijartin.

Komeleyê destnîşan kir ku ev jin, jinên xwedî mêjî û fikrekê dewlemend in ji bo wê pêwist e her di hafizeya civakê de bimînin û navê wan derbas bibe.

Jina siyasetmedar Hevrîn Xelef yek ji jinên pêşeng bû ku rêxistineke jin ava kir û bi îradeyeke xurt xwest ku Sûriyeke demokratîk û nenavendî pêş bikeve. Her wiha ji bo wekheviya di navbera mêr û jin de û bi destxistina mafê jinan bê ferq û cudahî di navbera netewên di Sûriyê de têkoşîneke bê hempa da. Hevrîn bi pêşengtiya xwe xwest pêşerojeke azad ji hemû jinên Sûriyeyê re ava bike.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef di 12'ê Cotmeha 2019'an de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.


Mijarên Din