Komeke ku destê wan di teqîna Tirbespiyê de heye, hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Tirbespiyê eşkere kir ku hêzên wan komeke ku destê wan di teqîna li navçeyê de heye, girtin û da zanîn ku ew ê dest bi lêpirsînên pêwîst bike û encamên wê ji raya giştî re parve bike.

Endamê hêzên Asayîşê yên navçeya Tirbespiyê Hogir Arefat diyar kir ku hêzên wan komeke ku destê wan di teqîna li navçeyê de heye, destgîr kirin.

Li kolana giştî anku li pêşiya navenda Berîdê ya navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo erebeyeke bombebarkirî ku li wir hatibû bicihkirin, teqiya. Teqîn saet di 11:00`an de pêk hat.

Di teqînê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da lê nasnameyên wan nehatin zanîn. Her wiha 2 kesên din jî birîndar bûn. Teqînê zirar da derdorê û aliyekî avahiya Berîdê.

ANHA 


Mijarên Din