Komek ku pereyên sextet belav û karê sihirê dikir hatin girtin

Hêzên Têkoşîna Li Dijî Sûcên  Birêxistinkirî li bajarokê Til Birakê komek ku pereyên sextet belav dikir û sihirê dikir girt.

Çavkaniyek Hêzên Ewlekariya Hundirîn  ji nûçegihanê ajansa me re ragihand ku Buroya Têkoşîna Li Dijî Sûcên Birêxistinkirî îro komek ku pereyên sexte belav dikir û sihir dikir girt.

Çavkaniyê diyar kir ku agahî ji hêzê re hat ku kesek li bajarokê Til Birakê yê girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê pereyên sextet belav dike.

Piştî lêkolîn û lêpirsînê endamên beşê ew kes di dema ku sûc dikirin de girt û li cem wî 50 hezar lîreyên Sûriyê yên 2 hezar lîreyên Sûriyê yên sexte hene.

Piştî lêpirsînê ew kes li xwe mikur hat û diyar kir ku du kesên din pê re dixebtin hene. Li ser wê beşa Têkoşîna li dijî Sûca Birêxistinkirî ser malan her duyan de girt. Di lêgerîna malan de hate diyarkirin ku ev kom di sihirê de jî kar dike. Di nav malan de gelek madeyên sihirê hate desteserkirin.

Her wiha beşê çekek çefeteyek û rimek zeft kir.

Çavkaniyê ji nûçegihanê me re diyar kir ku endamên wê komê ji Komîteya Dozgeriyê re hatin şandin da ku girtekên qanûnên yên guncew der heqê wan de bigirin.

(şx)

ANHA

 

 


Mijarên Din