Komarparêzên DYA’yê dê biryara ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê pêşkêş bikin

Ajansa Reutersê ragihand ku 29 senatorên Komarparêz diyar kir ku ew ê biryara ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê pêşkêş bikin.

Piştî rojekê ji nêrîna hevbeş a ragihandina Partiya Komarparêz û Partiya Demokrat ên DYA’yê ji Kongreyê re û ji wan serokê Komarparêzan Kevin McCarthy û Web Steve Scalese, dê bersiveke tund der barê êrîşên Enqereyê de bidin.

Cîgira Komarparêzan Elizabeth Cheney bi daxuyaniyekê got divê Erdogan û rejîma wî ji ber êrîşên li ser hevalbendên wan ên li bakurê Sûriyê rastî encamên giran werin.

Heta niha nehatiye diyarkirin ku dê çawa rewabûnê di Senatoyê de ku di bin serweriya Demokratan de ye, pêk bînin.

Roja yekşemê ji nişka ve Trump siyaseta xwe guherand û got ew ê hêzên DYA’yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişîne da ku rê li pêşiya Tirkiyê ji aliyê bejahî de veke û êrîş bike. Lê belê hin alîgirên Trump ên Komarparêz biryara wî rexne kir.

Senator Lindsey Graham jî ji kesên piştgirê biryara ferzkirina cezayan e.

(bx)

 


Mijarên Din