Komara Kurdistanê ya Mehabadê; ezmûneke dîrokî ya birûmet

Ezmûna damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê li rojhilatê Kurdistanê, yek ji pêvajoyên birûmet ên dîroka têkoşîna rizgarî û azadiya gelê Kurd e, her wiha hemû geşedanên di pêvajoya damezirandin û têkçûna komarê de jî ji bo têkoşîna gelê Kurd a demên pêş bûye ezmûn û dersên girîng.

Rojhilatê Kurdistanê, piştî Bakurê Kurdistanê mezintirîn parçeyê Kurdistanê ye û çar parêzgehên rojavayê Îranê digire nava xwe; Azerbêcana Rojava, Mehabad, Kirmaşan û Îlam. Piştî Peymana Qesrî Şêrîn sala 1639’an kete bin dagirkeriya Safewiyan, her wiha ji destpêka sedsala 20`an ve jî bi bin dagirkeriya Îranê de ye.

Wekî hemû dagirkerên Kurdistanê, desthilata Îranê jî li dijî gelê Kurd siyasetên qirkirin, koçkirin û bişaftina nasnameyê li dijî gelê Kurd pêk anîn, ji bilî li hin dever û pêvajoyan hin mafên çandî yên gelê Kurd çespandine.

Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, li ber xwe da û karîbû di hemû pêvajoyên dîroka dagirkeriyê de nasnameya xwe ya çandî û neteweyî biparêze, her wiha bê rawestan ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û siyasî tê koşiyaye, ji serhildanên li dijî Safewiyan ên destpêka sedsala 16`an ta serhildanên destpêka sedsala 20`an û damezirandina Komara Mehabadê, têkoşîna gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê dewam kiriye.

REWŞA SIYASÎ YA BERIYA RAGIHANDINA KOMARA KURDISTANÊ YA MEHABADÊ

Beriya Şerê Cîhanê yê Yekem têkiliyên dostanî û hevkariyê di nabera Almanya û Îranê de hebûn, lewma wê demê dewletên hevpeymanê guman dikir ku Îran dê di şer de piştgiriya Almanyayê bike. Jixwe armanca sereke ya dewletên hevpeymanê jî ew bû ku xwe bigihînin çavkaniyên petrolê yên welatên Ereban, Kurdistan, Îran û Azerbêjanê. Di sala 1941`an de Brîtanyayê herêmên rojavayê Îranê dagir kirin û zext li desthilatdarê Îranê Riza Şah kir ku dest ji desthilatê berde, piştî wê Brîtanya li Kirmaşanê bi cih bû. Yekitiya Sovyetê jî herêmên bakur û rojavayê Azerbêcanê dagir kirin. Her du hêzên dagirker xwest ku li herêmên kurdî valahiyek çêbe, bi taybet herêmên Mehabad ta Seqizê ku di bin desthilata Sovyetê de ne û ji derveyî desthilata hêzên Îranê bû.

GEŞBÛNA DAXWAZÊN KURDAN ÊN SIYASÎ

Gelê Kurd ku di tu pêvajoyên dîrokê de, dest ji têkoşîna bidestxistina mafên xwe bernedabû, hewl da ku ji van geşedanên li herêmê sûdê wergire, bi taybet ku li Îranê valahiyek û qelsiyeke siyasî û ewlehiyê çêbûye. Lewma doza hin mafên siyasî kir, mîna `Kurd bi azadî kar û barên xwe bi rê ve bibin û dibistanên xwe vekin`.

Lîderên Kurdan ên wê herêmê hewl da ku xwe nêzî Brîtanyayê bikin ji bo mafên xwe yên siyasî bistînin, lê Brîtanya xwe da aliyê hikumeta Îranê û mafên Kurdan nepejirandin. Lewma Kurd neçar man ku berê xwe bidin Yekitiya Sovyetê. Sovyet jî der barê mafên Kurdan de dudil bû, lê ji ber hin sedemên siyasî Yekitiya Sovyetê ji lîderên Kurdan re got ew piştgiriya mafên Kurdan dikin ku çarenûsa xwe bi xwe pêk bînin.

RAGIHANDINA KOMARA KURDISTANÊ YA MEHABADÊ

Roja 22`yê meha Çile ya sala 1946’an de li qada Çarçira ya bajarê Mehabadê, Qazî Mihemed  damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê ragihand, di şahiya ragihandinê de hejmareke mezin welatî, serokên eşîran û oldarên Kurd beşdar bûn, cara yekemîn ala kurdî hate hildan. Nûnerên hemû êl û eşîran hatin hilbijartin û Qazî Mihemed bû serokê Komara Mehabadê.

Li navenda bajarê Mehabadê Qazî Mihemed axaftinek kir û got: “Gelê Kurd neteweyek e ku welatê wî hatiye dagirkirin û parçekirin, mafên wî jê hatine standin û doza wî nehatiye çareserkirin. Kurd îro ji xewê şiyar bûne, dostên wan ên bi hêz hene. Di vê kêliyê de va ye komareke otonom hatiye avakirin. Komar ne ji bo parçebûnê ye, lê ji bo ku siyasetên Tehranê yên li dijî gelê Kurd bêne rawestandin.”

DI DEMEKE KURT DE DESTKEFTIYÊN DÎROKÎ

Di pêvajoya temenê komarê de ku salek derbas nekir, destkeftiyên dîrokê di hêla siyasî, çandî, rêveberî û leşkerî de pêk anîn:

  • Hêzên pêşmergeyan ava kirin.
  • Cara yekem ala kurdî hate hildan. Ala kurdî ji sê rengên sor, spî û kesk pêk dihat, di nîv wê de jî sembola komarê hebû, sembol jî ji pênûs û du sinbilên genim pêk dihat. Pênûs nîşana guhdana zanist çandê ye, sinbilê genim jî nîşana kar û geşedanê ye. Nîşana rojê jî ku li ser alê hebû, sembola azadiyê bû.
  • Di hêla çandî û zanistî de geşedanên mezin pêk hatin, pir rojname û kovar hatin çapkirin, weşanxane hatin avakirin û Çapxaneya Kurdistanê jî hate avakirin.
  • Dezgeha radyoya û sînemaya gerok hatin avakirin.
  • Sirûda neteweyî ya komarê hate nivîsîn.
  • Beşdariya jinan bihêz bû, cara pêşîn yekitiya jinan li Komara Mehabadê hate damezirandin.
  • Dibistan hatin vekirin û zimanê kurdî bû zimanî fermî, her wiha ji bo nifşên mezin dibistanên danê êvarê hatin vekirin.
  • Pêşxistina hunera şanogeriyê.

YEKITIYA SOVYETÊ PIŞTA XWE DA GELÊ KURD

Tevî ku Yekitiya Sovyetê wek alîgirê yekem ê tevgerên rizgariya neteweyî yên sedsala 20`an bû, her wiha tevî ku Sovyetan soz dabû Kurdan ku piştgiriya mafên wan ê çarenûsê bikin, lê vê carê jî dîse bazara berjewendiyên navdewletî bi ser ket.

Wê demê derdê Sovyetan ê yekem ew bû ku xwe bigihînin petrola herêmên bakurê Îranê, jixwe ev derdê wan bi cih bû, dema ku balyozê Yekitiya Sovyetê li Tehranê û serokwezîrê Îranê “Qewam El-Seltene” di 4`ê nîsana 1946`an de peymana der barê petrolê de îmze kir, her wiha peyman ji aliyê meclisa Îranê ve hate erêkirin.

Piştî ku Sovyetan armancên xwe pêk anîn, biyar dan ku hêzên xwe ji Îranê vekişînin. Di Gulana sala 1946`an de dest bi vekişîna hêzên xwe kir û Kurd li pêşberî hêzn Îranê bi tenê hiştin, gelê Kurd careke din bû qurbaniya berjewendiyên navdewletî.

HILWEŞÎNA KOMARÊ

Piştî ku Sovyetan hêzên xwe ji Îranê kişandin, tenê du rê li pêşiya lîderên Kurdan mabûn; an dê li ber xwe bidin an dê teslîm bibin, bi taybet pitştî ku hemû hewldanên çareseriyê bi Îranê re têk çûn.

Serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed û çend lîderan biryara berxwedanê da û xwest li dijî hêzên Îranê şer bikin, lê hin lîderên din xwe paşde kişand û teslîm bûm, jixwe di nava wan de Barzanî jî hebûn ku ew wê demê stûna hêza leşkerî bûn û di destê wan de hejmareke mezin a çek û cebilxaneyê hebû, li gorî çavkaniyên dîrokî.

Roja 17`ê Çileya sala 1946`an hêzên artêşa Îranê berê xwe da herêmên Komarê û li dijî Kurdan komkujî û terorek mezin pêk anîn, wê demê Barzaniyan bi tevû hêza xwe ya çekdar li rojava nêzî bajarê Mehabadê bi cih bûbûn, di destê wan de 3 hezar tifingên nû, 120 top hebûn, lê hêzên Îranê nêzî wan nebûn.

Roja 30`ê Adarê serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed û her du birayên wî Sêf û Sedir hatin bidarvekirin.

GUMANÊN DER BARE ROLA BARZANIYAN DE

Meha mijdarê sala 1945`an dema ku amadekariyên damezirandina komarê dihatin kirin, Barzanî gihaştin rojhilatê Kurdistanê, piştî ku şoreşa wan têk çû. Qazî Mihemed pêşwaziya Barzaniyan kir û ew tev li hêzên leşkerî kirin, her wiha hatin perwerdekirin û çekên nû dane wan.

Lêkolîner û dîroknas Ebdela Şikakî di lêkolîneke xwe ya ji aliyê Navenda Ferat a Lêkolînê ve hatiye weşandin de dibêje: “Dema ku hêzên Îranê êrişî Mehabadê dikir anku roja 22`yê Kanûna 1946`an, Mistefa Barzanî bi fermandarê artêşa îranê ‘Hemayonî’ ê ku serkêşiya hêzên Îranê li dijî Mehabadê dikir re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Barzanî bi zimanî erebî name nivîsî û ragihand ku ew ketiye bin ala artêşa Îranê. Wiha tê zanîn ku berê di navbera desthilata Îranê û Barzanî de lihevhatin hebû.”

Şikakî her wiha dibêje: “Berzanî û serbazên xwe çûne Tehranê û 40 rojan li wir man, kes nizane di wan 40 rojan de çi çêbû, tenê tişta hate ragihandin ew bû ku ji bo peydakirina cihekî ewle ji Berzaniyan re gotûbêj hatine kirin”. 

Jixwe di wan rojan de Qazî Mihemed li mala xwe destgirtî bû.

RÛSYA; DEWLETA KU NE SOZDARÊ SOZÊN XWE

Siyaseta Rûsyayê ya der bare ezmûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê, berê me dide lêkolînkirina têkiliyên Kurdan û Rûsan ên ji serdema qeyseriyê ta roja îro.

Dr. Xoşavî Babekir ku nûnerê PDK-Îranê li Moskoyê ye, dibêje ku têkiliyên Kurdan û Rûsyayê xwe dighînin serdema Rûsya Qeyserî, wê çaxê di şerên Rûsya li dijî Osmanî û Farisan de, Kurd li aliyê Rûsyayê bûn “Ev jî tiştekî normal e, ji ber Kurdan her dixwest ku ji dagirkeriya du dewletên dagirker rizgar bibin, ew jî dewleta Osmanî û ya Sfewî bû, ji xwe Rûsyayê jî her bi wan her du hêzan re şer dikir”.

Lê mixabin her dem Rûsyê pişta xwe daye dostaniya Kurdan û pişta xwe daye mafên Kurdan ên azadiyê, ne tenê wilo, her daxwaz û hêviyên Kurdan ji xwe re bikar aniye û li dijî dijminên xwe kiriye çek.

Di destpêka sedsala 20`an Rûsyê soz daye Ebdilselamê Berzanî ku piştgiriya serhildana wî ya li dijî Osmaniyan bike, lê xwedî li soza xwe derneketiye, ji xwe ev helwest weke tê zanîn di serdema komara mehabadê jî dubare bûye û xwe dikşîne ta roja me ya îro. Tê zanîn çawa Rûsyê li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê rolên reş hildaye ser milên xwe. Ev rola reş bi taybet li Efrînê diyar bû, dema ku Efrîn beramberî hin berjwendiyên bi Tirkiyê re radestî hêza dagirker ya Tirkiyê û çeteyên wê kir, ji xwe tê zanîn wê demê bargehên leşkerî yê Rûsyayê li Efrînê hebûn, lê dîse hêzên xwe paşde kişandin û Efrîn radestî Tirkiyê kir.

(k)

ANHA


Mijarên Din