Komara Çek û Îtalya firotina çekan ji dewleta Tirk re taloq dikin

Wezîrê hundirîn ê Komara Çek ê got welatê wî tevlî dewletên Yekîtiya Ewrupayê bû û piştî êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê firotina çekan ji dewleta Tirk re rawestand. Ji aliyekî din ve wezîrê derve yê Îtalyayê ragihand ku hikumeta wî dê di saetên pêş de biryarekî ji bo rawestandina firotina çekan ji dewleta Tirk re derxîne.

Wezîrê hundirîn ê Komara Çek ê Jan Hamachik got welatê wî tevlî  dewletên Yekîtiya Ewrupayê bû û piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê firotina çekan ji dewleta Tirk re rawestand.

Wezîr bi rêya hesabê xwe li ser Twitterê îro got: “Komara Çek yekser ruxseta firotina cabilxane ji dewleta Tirk re taloq kir.”

Ji aliyekî din ve wezîrê derve yê Îtalyayê Luigi De Mayo ragihand ku hikumeta wî dê di saetên pêşîn de biryarekî ji bo rawestandina firotina çekan ji dewleta Tirk re derxîne.

Luigi De Mayo dema tevlî civîna wezîrên derve yên Ewropayê ya li Luxembourgê bû, daxuyaniyek da û  got: "Tevahiya dewletên endamên Yekîtiya Ewrupayê bi rawestandina çekan ji dewleta Tirk re dilsoz in."

Hikumetên hinek dewletên ewropî di nav de Almanya, Holanda, Norwêc, Fînlenda û Fransayê piştî êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar dan ku firotina çek ji dewleta Tirk re taloq bikin.

(şx)


Mijarên Din