Koma Serdemê şanoya "Venasîn" li Serêkaniyê pêşkêş kir

Navenda Serdemê ya Hêzên Xweparastinê şanoya xwe ya (Venasîn) li Serêkaniyê pêşkêş kir.

Ev cara duyemîn e li ser asta herêma Cizîrê ku navenda Serdemê ya Hêzên Xweparastinê şanoya xwe ya "Venasîn" pêkêş dike. Şano li ser dika navenda Çand û Hunerê ya  Waşûkanî ya bajarê Serêkaniyê bi amadebûna bi dehan kesî hate pêşandan.

Şano "Venasîn" ji aliyê nivîskar Umran Yûsif ve hatiye nivîsandin û derhênerê Koma Tolhilan a bajarê Hesekê  Mihemed Resûl ve hatiye derhênerkirin.

Derhêner Mihemed Resûl ji ajansa me re diyar kir ku mijara şanoyê  naskirina cewherê rast ên her ferdekî ye.

Şanoya "Venasîn" li Kobanê û Dêrikê jî hate pêşkêşkirin.

ANHA


Mijarên Din