Koma Orkêstra salvegera xwe ya sêyemîn pîroz kir

Koma Orkêstra bi boneya salvegera sêyemîn a avakirinê bi hevkariya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê şahiyek hunerî li dar xist.

Koma Orkêstra di 24`ê Îlona 2016`an de ji hêla Desteya Çandê ve hate avakirin. Desteyê ji destpêka avakirina komê ve piştî ku komê peymangeha xwe vekir hewl da tevahiya pêdiviyên wê û amûrên muzîkê ji komê re peyda bike da ku perwerdeyên xwe bibînin.

Koma Orkêstra  ya yekem li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Perpirsên wê hewl didin nifşek hunerî ava bikin. da ku bibin zemînek bingehîn ji koma muzîkê re ji bo ku Rojava di qadên mezin de di pêşerojê de temsîl dike.

Di destpêkê de kom ji 32 zarokan pêk dihat. Zarok li ser hemû amûzên mûzîkê dihatin perwerdekirin.

Îro bi boneya salvegera sêyemîn a avakirina Koma Orkêstra ya Rojava, berpirsên wê bi koordîneya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê şahiyek hunerî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, nûnerên Desteya Çand a herêma Cizîrê, Yekitiya Hunermendan a herêma Cizîrê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê û mûnerên partiyên siyasî tev li şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre komê berhemên xwe yên muzîk û stranan vegotin.

Peymangeha Muzîkê karên wê berdewam in. Heya niha 120 xwendekar ji her du zayendan ve tev li peymangehê bûne û tevahiya babetên muzîkê û piratîk tevî zimanê inglîzî dibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din