Koma Hêvî şanoyek li Kobanê pêşkêş kir

Koma Şehîd Hêvî ya şanoyê, di rojên În û Şemiyê de şanoya xwe ya bi navê "Gurî" li bajarê Kobanê pêşendan.

Koma Hêvî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya li Rimêlanê di rojên În û Şemî de li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li bajarê Kobanê şanoya xwe ya bi navê "Gûrî" pêşkêş kir. Hejmarek mezin ji şêniyan di pêşendana şanoyê de amade bûn.

Berpirsên şanoyê xwestin bi vê şanoyê peyamekê bide civakê ku kesên ji civak hatine dûrxistin hembêz bike da ku jiyana xwe ya normal mîna hemû mirovan temam bike.

Şanogerê şanoyê bi navê Mihemed Yusif got ew bi vê şanoyê tev li mihrîcanekê li bajarê Qamişlo bûne.

Şano balê dikşîne ser xizanekî ku di nav kolanan de maye heta ku bi nexweşiya gûrîbûnê dikeve. Ji ber wê civak bi tevahî jê dûr dikeve di dema ku divê civak alîkariya wî bike û ji wê rewşê xilas bike.

Şanogerên ji bajarê Serêkaniyê tev li lîstina şanoyê bûn, şano bi eleqeyeke mezin hate nîşandan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din