Koçberên Serêkaniyê komploya 15‘ê Sibatê şermezar kirin

Bi dirûşmeya   "Em 15‘ê Sibatê roja qirkirina gelan şermezar dikin" li kampa Waşûkanî meşek ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Meş bi pêşengtiya Kongreya Star û Rêveberiya Kampa Waşûkanî hate lidarxistin.

Bi sedan kesên di kampê de ne ji pêşiya nuqteya Heyva Sor a Kurd kom bûn ber bi qada kampê ve dest bi meşê kirin. Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û bê navber dirûşmeyên şermezarkirin komployê berz dikirin.

Meş li qada kampê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin bi navê Meclisa navçeya Serêkaniyê Elaa Îbarahîm axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan bi fikirê civakî mirovî ku banga jiyana aştiyane û demokrasiya ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn dike, têdikoşe."

Îbrahîm anî ziman ku "Kompoya 15‘ê Sibata 1999‘an de mîna qetikirina mirovahiyê di kesayeta gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Armanc ji vê komployê kişandina îradeya gelê ku ramanê Ocalan bejirandin e."

Elaa Îbrahîm got komplo biser neket û wiha domand: "Berxwedana lehengî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ya Serêkaniyê ya li dijî terorê delîlê ku berxwedana li dijî komployê berdewam e."

Elaa Îbrahîm bang li civaka navdewletî, Yekitiya Ewropa û rêxistinên hiqûqî kir ku erkên xwe yên dîrokî pêk bînin û ji bo azadaiya Ocalan û derxistina leşkerên Tirk û çeteyên wê ji xaka Sûriyê bixebitin.

Mîtîng bi dirûşmeyên şermezarkirina komployê û silavkirina berxwedana Serêkaniyê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din