Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin vegerin malên xwe

Koçberên Serêkaniyê ku ji ber êrişên Tirkiyê neçar man koçber bibin, gotin ku ew dixwazin vegerin malên xwe, eger bê xwestin ku li kolanên bajêr razin.

Di dîroka 9`ê Cotmehê, dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişî bajar û gundên Serêkaniyê kir, sivîl kirin hedef û komkujî derheqê wan de pêk anîn, ji ber vê yekê pêkhateyên li bajêr neçar man koçî herêmên herî ewle mîna Hesekê, Qamişlo û hin bajarên din bibin.

Koçber li 53 dibistanên kantona Hesekê bi cih dibin, ku Rêveberiya Xweser ji bo vehewandina wan vekirin.

Li yek ji dibistanên bajarê Hesekê de, koçberên Serêkaniyê behsa êrişên hovan e ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê û zehmetiyên ku dibînin kirin.

Zeyneb Ehmed wiha got: "Di êrişên Cebhet El-Nusra li ser bajarokê Menacîr ez ji bajarokê xwe koçber bûm û min berê xwe da Serêkaniyê, 6 sal in ez û malbata xwe li Serêkaniyê man."

Zeyneb wiha domand: "Em neçar man ji ber bomberbana Tirkiyê û çeteyê wê li ser bajarê Serêkaniyê, jê derkevin. Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku alîkariya me bike û me vegerîne bajarê me."

Her wiha koçbera bi navê Menîfe Xalid wiha got: "Dema em ji bajarê Serêkaniyê derketin, rewş pir zehmet bû, ji ber bombebarana Tirkiyê û çeteyên wê ku taybet sivîl dikirin hedefa xwe."

Menîfe da zanîn ku di destpêkê de ew ji mala xwe derneket, lê ji ber bombebarana dagirkeriya Tirkiyê ew derketin û wiha domand: "Em ji bajar derneketin, heta ku dagirkeriya Tirkiyê malên me bombebaran kirin, em neçar man ji bajêr derkevin, bi balafiran em bombebaran kirin, paşê dagirker û çeteyên wê dest bi kuştin, talankirin û şewtandinê kirin."

Menîfe destnîşan kir ku wê bi çavên xwe komkujiyên dagirkeriya Tirkiyê di hundirê bajêr de dît û wiha domand: "Min bi çavên xwe cenazeyên ku li kolanên bajêr bûn, dîtin, min texmîn kir ku razayîne, lê paşê yekî got ku ew cenazeyên miriyan in û ne razayîn e."

Di dawiya axaftina xwe de Menîfe wiha got: "Eger bê xwestin em li kolanên Serêkaniyê bê tiştek razin,  tenê em dixwazin vegerin mal û xaka xwe, li vir navendên em lê dimînin rewş her diçe zehmet dibe, ji ber hejmara me zêde dibe."

(jo)

ANHA


Mijarên Din