Koçberên li Til Temirê: Cihê me Serêkaniyê ye, em li vir bi cih nabin

Bi sedan koçberên ji Serêkaniyê li navçeya Til Temirê li dibistan û malên vala di nav zor û zehmetiyan de dijîn. Koçber naxwazin li dibistanan bi cih bibin û dibêjin cihê wan Serêkaniyê ye.

Hovîtî û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû awayên dermirovî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Di encama êrişan de gelek sivîl hatin qetilkirin, revandin û koçberkirin. Di êrişan de bi sed hezaran şêniyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî, êzidî, Tirkmen yên Girê Spî û Serêkaniyê li bajar, navçe, gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçarî koçberiyê bûn.

Li navçeya Til Temir nêzî 25 hezar koçberên Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê di şert û mercên gelek zehmet de li 7 dibistanan û gundên ku beriya niha bi sedema êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ’ê vala bûne, bi cih bûne.

Li wan dibistanan herî kêm 4 malbat di odeyekê de dijîn. Di nav wan koçberan de bi piranî zarok, jinên ducanî, kesên temenmezin jî hene. Ji ber sermayê û tunebûna sobe û mazotê gelek zarok nexweş dikevin. Gelek pêwîstiyên koçberan hene lê beriya her tiştî ew mirovahî û vegera warê xwe pêwîst dibînin.

Me jî serdana dibistan û malên ku koçber tê de bi cih bûne kir û rewşa wan şopand.

Tolhildanê biçûk di dibistanê de ji dayik bû

Zarokê bi navê Tolhildan beriya 8 rojan di dibistanê de ji dayik bû. Bavê wî Qadir Ehmed navê şehîd Tolhildan ku di êrişên dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê li Serêkaniyê de şehîd bûbû, li lawê xwe kiriye. Xemgîniya Ehmed ku zarokê wî li dibistanê ji dayik bûye, li ser çavên wî diyar dibe. Qadir destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk êrişî wan kir û neçar man ku koçber bibin û dibejê: “Bajarê me ji wan re namîne û dê di demeke kurt de bi hêza gelê me û QSD’ê em ê vegerin bajarê xwe. JIdayikbûna zarokê me li dibistanê, gelekî zor û zehmet e. Li welatê xwe ji dayik nebû, li vir ji dayik bû. Sedema vê Erdogan û çeteyên wî ne. Ez dixwazim zarokê min li bajarê xwe de mezin bibe.”

Edlê Mihemed jî di dema êrişên dewleta Tirk de 5 obûs avêtin derdora wan û dibejê: “Me tiştek bi xwe re neanî û em derketin. Em li dibistanan perîşan bûne, em dixwazin vegerin warê xwe. Em li vir bi cih nabin, ji ber ku cihê me Serêkaniyê ye. Dewleta Tirk rojane qetlîaman li ser me çêdike, çima ev dewlet ranabin ser pêyan û pêşiya Erdogan nagirin?”

‘Kengî QSD Serêkaniyê rizgar kir, em ê jî vegerin’

Xezal Derwîş jî ku di dibistanê de bi cih bûye, diyar dike ku malên wan bi balafiran hatine bombebarankirin û dibejê: “Çeteyên Erdogan heya beroş û çêlekên me jî dizîn. Ew mirovên qirêj in û ji bo diziyê ketine bajarê me. Heya çete li bajarê me hebin, em venagerin. Divê ew çete ji bajarê me derkevin. Heya dilopa xwîna xwe ya dawîn em ê li gel şervanên xwe bin. Kengî bajarê me QSD’ê derbas bû, em jî vegerin. Em ji hêza xwe bawer in û piştgiriya wan dikin.”

‘Erd, erdê pêşiyên me ye’

Li gundê Til Nesrî Şiyar Mustafa Bozan bi 6 malbat serjimarê 14 kesan di 2 odeyan de dijîn. Mustafa tîne ziman ku tenê daxwaza wan vegera warê wan e û wiha domand: “Em dixwazin vegerin malên xwe û çete ji bajarê me derkevin.  Erd erda bav û kalên me ye. Banga me li hemû dewletan e ku êdî ji kiryarên çeteyan re bê deng nemînin û wan lez ji welatê me derxin. Em qebûl nakin ku çete di malên me de bin.”

ANHA


Mijarên Din