Welatiyên ji Helebê yên ku ji ber rewşa şer û dagirekriyê xwe spartine Minbicê, nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û gotin, ew ê bi gelên herêmê re li hemberî artêşa Tirk bisekinin.
Koçbera ji navçeya Meskinê ya rojhilatê bajarê Helebê Salihe Remdan El Hecî diyar kir ku ji ber sûcên çeteyên DAIŞʹê wan xwe li bajarê Minbicê girtine û got: "Ji ber ku bajarê Minbicê cihê herî ewle ye. Di rêwîtiya koçberiyê de me gelek zehmetî dîtin heta ku em gihiştin vî cihê ewle."
Ji 7 salan ve, Salîhe El Hecî (77) tevî kurekî û 12 keçên xwe li kampa Resim El Exder a li gundewarê bajarê Minbicê dijîn. Kamp ji aliyê Rêveberiya Sivîk a Demokratîk a Minbic ve hatiye avakirin.
Salîhe Remedan El Hecî destnîşan kir ku ew careke din koçberiya li ser vê xakê qebûl nakin û got: "Em li kampê li ber xwe bidin, em ê bi keviran li hemberî êrişkaran şer bikin û em ê li hemberî her hewldaneke dagirkeriyê li ber xwe bidin."
Li kampa Resim El Exder 10 hezar û 150 malbet dijîn. Piraniya wan koçberên bajarê Dêr Hafirê û Mesknê yên gundewarê rojhilatê bajarê Helebê ne.
Koçberê bi navê Elî Casim got, "Me berê xwe da Minbicê, ji ber ku cihekî ewle ye. Lê em nizanin ku dê paşê çawa be nexasim ji ber gef û êrişên berdewam ên Tirkiyê. ʹʹ
Elî Casim 70 salî ji 5 salan ve ji ber dagirkirina bajarê wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve û şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de, ji bajarê Dêr Hafêrê koçberî Minbicê bû.
Elî Casim di dawî de got: "Diyar e ku ewlehiya li herêmê li xweşiya Tirkiyê nayê, ji ber vê yekê gefa êrişan dixwe."
ANHA