Koçberên li kampa Yerub alîkarî xwest û Meclisa Sivîl a Reqayê bersivand

Koçberên li kampa Yerub ji Meclisa Sivîl a Reqayê piştevaniya guncaw a beriya hatina zivistanê xwest. Her wiha yek ji rêveberên buroya alîkariyê tekez kir ku dê meclis hemû pêdiviyên germkirinê ji koçberan re pêşkêş bike.

Piştî bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê bi destê şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) hat rizgarkirin, ewlehî û aramî li bajarê Reqayê û gundewarên wê pêk hat. Bi hezaran koçberên ji tevahî herêmên Sûriyê yên di bin serweriya çete û serweriya rejîma Sûriyê de ne, berê xwe da Reqayê.

Bi nêzbûna zivistanê re, koçberên li kampa Yerub a ku 8 km dikeve rojavayê bajarê Reqayê, ji Meclisa Sivîl a Reqayê xwest ku piştevaniya guncaw bikin. Ew ji ber tirsa wan ku ev zivistanê weke ya borî di ser wan re derbas bibe ku baran û lehî rabûn.

Li kampa Yerub nêzî 200 malbat ji tevahî herêmên Sûriyê hene. Kamp di bin daran de hatibû avakirin û ji germahiya havînê hatibû parastin. Lê belê ev dar, koçberan ji sermahiya zivistanê naparêze, heke piştevaniya guncaw nehat pêşkêşkirin.

Li gundewarên Reqayê nêzî 33 kampên bêserûber hene. Li van kampan nêzî 5 hezar malbatên Sûriyê yên koçber hene.

Meclisa Sivîl a Reqayê li ser van kampan çavdêr e. Her wiha buroya rêxistinan a girêdayî meclisê planan datîne, da ku pêdivî û pêwîstiyên wan ên rojan e dabîn bike.

Koçberê li kampa Yerub Nayif Muitî ji şêniyê bejahiyên rojhilatê Humsê ye wiha got: "Em pir azaran ji ber tunebûna komîteya tendirustiyê di hundirê kampê de, dikişînin. Her wiha jî beriya zivistanê jî pêwîstiyên tendirustî li kampê nehatin pêşkêşkirin."

Ji aliyê xwe ve jî koçbera bi navê Werde Xelîf ji bajarê Tedmirê ye diyar kir ku ew nikarin derman û xwarinê ji zarokên xwe re bikirin ji ber ku derfetên kar û piştevanî kêm e.

Ji rêveberên buroya alîkariyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Mûsa Xenîm anî ziman ku buro perspektîvan dide rêxistanan da ku berê xwe bidin kampa herî pêwîstdar û li gor nirxandinên rewşên kampan jî û wiha lê zêde kir: "Dê di çend rojên pêş de, betanî, alavên germbûnê û mazot li tevahî kampan, bên belavkirin."

Hejmara giştî koçberên li kamp, hundirê bajarê Reqa û gundewarên wê zêdetirî 150 hezarî ye. Piraniya wan ji bajarên Hums, Dêrazor, Heleb, Hema û Idlibê ne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din