Koçberên li Dirbêsiyê: Çeteyên Tirkiyê komkujî pêk anîn û divê bikevin lîsteya terorê

Şêniyên Serêkaniyê got “Çeteyên artêşa Tirk li ser sivîlan komkujî pêk anîn. Lewma em bang li NY`yê û hêzên cîhanî dikin ku çeteyên Tirkiyê bixin lîsteya terorê û hesab ji wan bixwazin.”

Artêşa Tirk di 9’ê Cotmehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş pêk anîn û bi çekên giran û qedexekirî li dijî Girê Spî û Serêkaniyê êriş pêk anîn. Çeteyan bi piştevaniya dewleta Tirk komkujî li dijî sivîan pêk anîn û ew neçarî koçberiyê kirin.

Çend şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ku koçberî navçeya Dirbêsiyê bûne, ji ajansa me re axivîn.

Edla Îsmaîl Abdulalah koçberek ji taxa Şerqiyê ye û wiha anî ziman: "Êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî bajêr binpêkirina qanûnên navdewletî ye.  Ji ber çeteyên Tirkiyê li dijî sivîlan komkujî pêk anîn û rasterast sivîl topbaran kirin.  Di encamê de sivîl koç kir herêmên ku QSD`ê parastina wan dike.

Edla wiha kiryarên Tirkiyê wesif kirin: “Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan hem sûcdarî ne û hem jî qirkirin.  Ji ber vê yekê niha rewşa koçberan ne baş e û pêwîstiyên demsala zivistanê kêm in.”

Edla Îsmaîl bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê der barê komkujiyên li dijî sivîlan pêk anîne de bixwazin û çeteyên ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirin, bixin lîsteya terorê.

Li aliyekî din jî Mistefa Naso wiha anî ziman: "Şêniyên bajarê Serêkaniyê ji ber êrişên artêşa Tirk ji malên xwe derketin, ne ku me dixwest ji malên xwe derkevin, lê ji ber şer dijwar bû û me xwest parastina jiyana zarokên xwe bikin, em derketin."

Naso diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk, bi kiryarên xwe li dijî qanûnên navneteweyî derketine û niha jî mal û milkên şêniyan wêran dikin û dişewitînin. Naso got: “Tevî şêniyan têkiliyên xwe bi aliyên siyasî û leşkerî re tune ne, lê belê kes ji terora dewleta Tirk a dagirker bê par namîne.”

Mistefa Naso bal kişand ser ku hin şêniyan tenê ji bo çend seatan derbasî bajarê xwe bibin, 200 hezar lîreyên Sûrî dane çeteyan. Naso di dawiya axaftina xwe de bang li NY`yê kir ku dest di binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyan wê werdin û çeteyan bixine lîsteya terorê.

Zerga Seyîd jî axivî û got: “Piştî artêşa Tirk û çeteyan wê li dijî Serêkaniyê çekên giran bi kar anîn, ji mala xwe derketin.”

Zerga di dawiya axaftina xwe de got ew li maleke şêniyên Dirbêsiyê bi cih bûne û rewşa wan her ku diçe xerabtir dibe. Ji ber vê yekê Zerga bang li herêzên cîhanê kir ku alîkariya wan bikin û hesab ji Tirkiyê bixwazin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din