Koçberên Kampa Berxwedan li gorî perspektîfên li dijî koronavîrusê tev digerin

Koçberên Kampa Bexwedan a kantona Şehbayê banga pêkanîna perspektîfên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser kir û tekez kir ku ev perspektîf ji bo pêşîlêgirtina xetereyê û parastina welatiyan in.

Ji ber Koronavîrus ku wek şewbeke cîhanî (pandemî) hate pejirandin, li seranserê cîhanê heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran rewşên nexweşiyê hatine belgekirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha tu kes bi vîrusê neketiye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê bigire, heta 15 rojan qedexeya derketina derve ragihand.

Şêniyên Efrînê yên ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi cih bûne, ji ber baldariya li tenduristiya welatiyan spasiya Rêveberiya Xweser kir.

Koçberê bi navê Mihemed Hesen anî ziman ku koçberên li kampê dimînin biryara qedexeya derketina derve pêk tînin û tenê dema pêwîstiya wan hebe, ji malên xwe derdikevin. Li gel vê yekê hemû dikanên bazirganiyê hatine girtin û tenê firoşgehên kel û pelan, navendên tenduristiyê û dermanxane vekirî ne. Hesen biryarên Rêveberiya Xweser bi erênî nirxand.

Welatiya bi navê Sewliye Belat jî spasiya kar û xebata Rêveberiya Xweser kir ku xwedî li parastina tenduristiya welatiyan derdikeve. Her wiha da zanîn ku koçberên li kampê dimînin li paqijiya xwe û paqijiya kampê baldar in û xwe didin ber tavê.

Welatiya bi navê Xalîda Qasim piştrast kir ku ew biryara Rêveberiya Xweser a qedexeya derketina derve bi cih tînin û ev biryar parastina selametiya welatiyan ji vîrusa Koronayê dike.

Welatiyê bi navê Rifet Elûş jî diyar kir ku ew li gorî perspektîfên der barê çawaniya parastina paqijiyê de tev digerin, destên xwe dişon, cil û bergên xwe didin ber tavê û pêwîstiyên xwe dezenfekte dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din