Koçberên ji Idlibê: Tenê deriyên Rêveberiya Xweser ji me re vekirî ne

Koçberên ji Idlibê rewşa parêzgehê bi trajedîk wesifand û got wan baweriya xwe bi Tirkiye û komên çeteyan winda kiriye. Koçberan spasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku deriyên xwe ji wan re vekirin.

Di vê dawiyê de li Idlibê şerên giran di navbera hêzên rejîma Sûriyê bi desteka balafirên Rûsya û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de rû didin. Ji ber wê şêniyên bajêr bi hejmarên zêde koçber bûn heta gihaşt astekê ku dazgehên çapemeniyê ragihand ku derdora milyonek şênî ji warên xwe koçber bûne. Hinek ji wan di nav darên zeytûnê de dimînin û hinek ji wan piştî tengaviyên çeteyên "Artêşa Azad" berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser.

Di dema niha de koçberên Idlibê di Kampa Ebû Qibî ya li rojavayê bajarê Reqayê de dimînin. Hinek di avahiyên giştî de û malên wêrankirî de di hundirê bajêr de ta ku kamp were firehkirin û kampek din ji wan re tê avakirin.

‘TIRKIYÊ DERIYÊN XWE LI BER KESÊN JI MIRINÊ DIREVIN, GIRTIN’

Elî El-Îbrahîm ji koçberên Çiyayê Zawiyê yê li Idlibê ye û diyar kir ku di vê dawiyê de baregehên leşkerî yên li Idlibê nehatin hedefgirtin, lê belê topbaran li dijî sivîlan bûn. Da ku wan bidin koçberkirin, gund û bajarok vala bibin.

El-Îbrahîm wiha axivî: "Tirkiyê soz da Idlibê ji êrişên rejîmê û Rûsyayê biparêze lê wê di şevekê de dev ji wan berda û Idlib firot Rûsya û Îranê. Bi wê tenê nekir, sînorên xwe li pêşiya me girtin. Tirkiyê û Cebhet El-Nusra xiyanet li me kir û alîkariya me nekir. Tirkiyê deriyên xwe girtin û nehişt em derbasî Tirkiyê bibin. Heta ku sekvan li ser sînoran bi cih kirin û her kesê nêzî sînor dibe, dikujin."

BAWERÎ BI TIRKIYÊ Û ÇETEYÊN WÊ NEMAYE

El-Îbrahîm di nav axaftinên xwe de got: "Wek şêniyên Idlibê êdî em bi Cebhet El-Nusra an jî  Tirkiyê yan jî her komek din li Idlibê şer dike, bawer nakin. Ji ber ku hemûyan xiyanet li me kir. Em firotin Rûsya û rejîma Sûriyê. Piştî înisiyatîfa fermandar Mezlûm Ebdî û piştî ku me zanî deriyên Rêveberiya Xweser ji me re vekirine, me yekser berê xwe da herêmê. Idlibê wêran bû tiştek bi navê Idlib nemaye."

Girêdayî astengiyên rastî wan hatin heta gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê El-Ibrahîm got: "Rêyên ku me derbas kirine hemû dijwar bûn. Balafirên Rûsya li dû ma bûn. Dem demê me dikirin hedef. Di rêwîtiyê me de ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve kesek tu hêsan ji me re pêşkêş nekirin. Ji wê zêdetir endamên Artêşa Azad ji piraniya herêman de me qewirandin. Tevahiya zextên derûnî û madî li dijî me bikar anîn. Piştre em gihaştin Minbi û Reqayê.

Koçberê bi navê Haşim Hisrem ji Çiyayê El-Zawiye diyar kir ku Tugeya Bakur a Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk ew bi awayekî baş pêşwazî kirin. Xwarin û derman ji wan re pêşkêş kirin. Her wiha wesayît ji wan re peyda kirin da ku biçin Reqayê û herêmên din ên ku dixwazin biçin wir.

‘EM LI VIR BI EWLEHIYÊ DIHESIN’

Der barê rewşa wan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberan ev tişt anîn ziman: "Niha zarokên me dikarin bi aramî xew bikin, ev li vir bi rihetiyê dihisin. Lê li Idlibê bombebarana balafirên Rûsya zarokên me ditirsandin."

Haşim Hesrem got: "Ji roja em derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne me hîs kir ku em dijîn, em ji bombebarana balafiran xilas bûn a ku ferq û cudahî nedixist navbera mezin, biçûk û jinan."

Koçberan spasiya Meclisa Sivîl a Reqayê kir ku alîkarî ji nivîn, cil, madeyên xwarinê û hwd pêşkêşî koçberan kirin. Koçberên xwe gihand herêmên Rêveberiya Xweser bang li şêniyên li Idlibê mane kir ku werin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku aramî lê heye.

ALÎKARÎ ÇAWA TÊ BELAVKIRIN

Tûgeya Şemal Demokratî bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê meclisek bi navê "Meclisa Koçberên ji Idlibê" ava kir ku bi kar û barê koçberan ve eleqedar bibe. Meclis bi xwe ji koçberan pêk tê her yek bi erekekî radibe, wekî tenduristî û alîkarî û hwd.

Li gorî endamê Meclisa Koçberên ji Idlibê Mihemed El-Umer got: "Meclis pêşwaziya koçberên ji deriyê Ewn Dadatê yê Minbicê tên dike. Heta niha 180 malbat gihiştine bajarê Reqayê. Hejmare zêde dibe. "

El-Umer diyar kir ku ew bi hevkariya Meclisa Sivîl û rêxistinên mirovî alîkariyên pêwîst pêşkêşî koçberan dike û got: "Heta niha rêxistinên mirovî wekî tê xwestin erka xwe bi cih nayînin. Gelek malbat hene rewşa wan nebeş e û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye."

ANHA


Mijarên Din