Koçberên ji Efrînê: Zivistan ji me re kabûs e

Şêniyên Efrînê yên ku li kampên kantona Şehbayê dimînin gotin: “Dorpêç û derfetên kêm demsala zivistanê ji me re kirin kabûs. Em di keftûlefta jiyanê de ne û hêviya vegera li warê xwe Efrînê dikin.”

Tevî  sermanya demsala zivistanê, derfetên kêm, dorpêçkirina rejîma Sûriyê û artêşa Tirk û çeteyên wê li ser kampên kantona Şehbayê, jiyana koçberan bûye kabûs. Tê zanîn ku ev zivistana duyemîn ku koçberên Efrînê li kampan derbas dikin.

Şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê di 4 kampên ku Rêveberiya Xweser li kantona Şehbayê vekirine bi cih bûne. Navên kampan wiha ne; kampa Berxwedan, kampa Serdem, kampa Efrîn, kampa Şehbayê û kapma Veger. Her wiha bi dehan malbat li malên wêrankirî yên li kantona Şehbayê bicih bûne.

Şêniyên Efrînê êş û azara kêmbûna xizmetê, nexasim di demsala zivistanê de dikişînin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser derfetên xwe kêm in û rêxistinên peywendîdar jî alîkariyê pêşkêş nakin.

Şêniyên Efrînê yên ku li kampa Serdem dimînin gotin: “Alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji me re pêşkêş dike, bi rêya komîn û meclisên li kampan belav dike. Ev jî li gorî hêjmara koçberan kêm in. Rêxistinên mirovî rewşa wan paşguh dikin.”

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Riyad Yasir wiha got: “Li kampê alêvên germkirinê zêde kêm in, rewşa me li vir zehmet e. Lê belê tevî vê yekê jî em bi sebirin û li hêviya vegera li cih û warên xwe û rizgarkirina herêmên ji artêşa Tirk qut nakin.”

Welatiya bi navê Fatima Salih destnîşan kir ku ew xwediyê  mal û milkên Efrînê ne. Lê  dagirkeriyê em neçarî derketinê kirin. Ji ber ambargoyê em li vir zehmetiyan dibînin, nexasim ku demsala zivistanê ye û pêdiviyên me yên germkirinê hene.”

Şêniyê bi navê Mihemed Elî destnîşan kir ku zivistan  ji wan re bûye wekî kabûsekî û wiha pêde çû: “Dema baran dibare çadirên me dilopan dikin. Hem zarokên me nexweş dikevin û hem jî em nikarin derman ji wan re bikirin. Bi rastî jî werza zivistanê ji me re bûye wekî kabûsekî. Ji ber vê yekê di şerê man û nemanê de ne. Em bi hêviya vegera Efrînê ne.”

Di milekî din de welatiya bi navê Sebîha Bekrî bang li rêxistinên navdewletî û mafên mirovan kir û got: “Alîkariya koçberên ji Efrînê ku li Şehbayê bicihbûne bikin.”  Sebîha nerazîbûnên xwe der barê paşguhkirina rêxistinan ji rewşa wan re anî ziman.

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê diyar kiribû ku ew zehmetiyan derbarê peydakirina sotemeniyan û madeyên din dikişînin, ji ber kantona Şehbayê dorpêç kirîye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din