​​​​​​​Koçberên ji Efrînê: Rêxistinên îxwanî şîrikên dagirkeriya Tirk in

Koçberên ji Efrînê yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijîn, diyar kir ku ew avakirina avahiyên mêtingehiyê li gund û navçeyên Efrîna dagirkirî bi destek û fînansekirina rêxistinên îxwanî red dikin û bang li civata navneteweyî û aliyên têkildar kir ku dagirkeriya Tirk ji ber sûcên wê yên li dijî şêniyên Efrînê ceza bikin.

4 sal di ser dagirkirina Efrînê re ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, derbas bûn û hîna sûcê guhartina demografîk berdewam e; ji qutkirina darên hawîrdorê û zeytûnê bigire heta bi avakirina avahiyên mêtingehiyê li gundên Efrînê û bicihkirina malbatên çeteyan.

Di 20’ê Îlonê de, Rêxistina Sûriyan a ji bo Heqîqet û Edaletê ya hiqûqî raporek belav kir. Raporê xwe spart 3 rêxistinên mirovî, sûrî û navneteweyî. Di raporê de hate diyarkirin ku kiryarên bicihkirinê yên derqanûnî ji hêla çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê li Efrîna dagirkirî pêk tên.

Li gorî raporê, Rêxistina Îhsan a Alîkarî û Geşepêdanê bi koma Lîwa Semerqend re li ser avakirina gundê ‘Emel’ li nêzî gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê li hev kir. Da ku erka wê bêyî astengiyan hêsan bike û ji sedî 16 malan ji çeteyên komê re peyda bike.

‛JI BO GUHARTINA DEMOGRAFIYA HERÊMÊ AVAHIYÊN MÊTINGEHIYÊ TÊN AVAKIRIN’

Li ser mijarê, Nîdal Mihemed ê ji Efrîna dagirkirî ku li Şêxmeqsûdê bi cih bûye, wiha got: "Ji dema dagirkriina Efrînê ve, çete û dagirkeriya Tirk sûc û binpêkirinên hovane li dijî şêniyên resen pêk tînin, daran ji bo avakirina avahiyên mêtîngehiyê ku malbatên çeteyan lê bi cih bikin dibirin."

Mihemed karê rêxistinên îxwanî ku di avakirina avahiyên mêtîngehiyê yên derqanûnî li gund û navçeyên Efrîna dagirkirî destekê didin de şermezar kir û wiha domand: "Armanca destek û piştgriya van rêxistinan ji dewleta Tirk re guhartina demografiya herêmê ye ku malbatên çeteyan li şûna şêniyên resen bi cih bikin."

EM Ê BI BERXWEDANA XWE LI EFRÎNÊ VEGERIN

Li aliyekî din jî Gulistan Hisên avakirina avahiyên mêtîngehiyê û bicihkirina çeteyan li gundên Efrînê şermezar kir.

Gulistana Hisên wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û sûcên xwe yên revandin, îşkencekirin û qetilkirin, heta koçberkirina şêniyên Efrînê ranewestandine. Tu kes nikare me ji bajarê me bi dûr bixe û vîna me bişikîne. Çiqas xwezaya bajarê me wêran bikin jî, em ê bi berxwedanê lê vegerin."

Gulistan Hisên bêdengiya civata navneteweyî li hember kiryar û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin, şermezar kirin.

RÊXISTINÊN DESTEKÊ DIDIN DAGIRKERIYÊ ŞIRÎKÊ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ NE

Mihemed Elî li ser mijarê wiha got: "Rêxistinên îxwanî yên di guhartina demografiya herêmê de destekê didin dagirkeriya Tirk û malbatên çeteyan li Efrînê bi cih dikin şirîkê dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê ne."

Mihemed Elî di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku li ser binpêkirinên li dijî welatiyên li herêmên dagirkirî dewleta Tirk a dagirker muhasebe bikin û bi erkên xwe yên sekinandina avakirina avahiyên mêtîngehiyê li Efrîna dagirkirî rabin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din