Koçberên Girê Spî: Em tu carî kiryarên artêşa Tirk ji bîr nakin

Şêniyên Girê Spî yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne, got koçberî û sûcên li dijî wan wan pêk hatine tu carî ji bîr nakin. Her wiha piştast kirin ku çeteyên dewleta Tirk hemû tiştên wan dizîn.

Koçberên Girê Spî diyar kir ku ji ber êriş û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne, Girê Spî û gundewarên wê hatine dagirkirin û di welatê xwe de koçber in.

Narîn Elî Ramî ji şêniyên gundê Meqsûda yê Girê Spî ye û diyar kir ku dema ku çete derbasî gund bûn, ew di xew de bûn û wiha got: "Di saetên sibê yên zû de êrişî me kirin û her tişt dizîn."

Narîn koçberî Kobanê bûye û behsa çîroka êşa xwe ji ber êrişên dewleta Tirk û derbasbûna çeteyên DAIŞ û El-Nusra di aliyê bejahî de kir û got neçar man ku bi şev û rojekê bimeşin, ji ber ku çeteyan erebeya wan dizî.

Narîn di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ev zilma zêde, dirêj nake. Tişta ku bi me re çêbû, tu carî ji bîr nakin. Ji bo tiştên ku hatine dizîn jî bi qurbaniyên şehîdan re nayên hevrûkirin."

‘Bi zorê me zarokên xwe rizgar kirin‘

Emîna Mustefa Hemê diyar kir ku çete bi şevê bi awayekî veşartî derbasî gund bûn û dixwesitn komkujiyan pêk bînin, her wiha mal û milkên şêniyan bidizin.

Emîna wiha pê de çû: "Bi zorê me xwe û zarokên xwe rizgar kirin. Me gelek êş dît. Em 10 malbat bûn ku bi meşê ji gund derketin. Gund hat topbarankirin. Paşê çete derbasî gund bûn. Keda umrê me ku di nava 10 salan de kom kiribû, dizîn."

Artêşa Tirk a dagirker û bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra 9`ê Cotmehê êrişî herêma Serêkaniyê û Girê Spî kir. 300 hezar şêniyên resen ên herêmê neçarî koçberiyê kirin û paşê her du herêm dagir kirin.

Dewleta Tirk dixwaze zêdetirî milyonek koçberên Sûriyê yên ji herêmên din di her du herêman de bi cih bike. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze demografiya herêmê biguherîne, mîna herêmên ku ji Cerablus û heta Efrînê dagir kirine.

Li gorî raporan, ku çeteyan sînaryoya Efrînê û kiryarên ku li Efrînê pêk anîne, li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dûbare dikin. Mal û milkên welatiyan talan dikin û malên sivîlan dagir dikin da ku malbatên xwe di wan de bi cih bikin.

Li gorî agahiyên ku ji bajar û herêmên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra dagir kirine, şer bi sedema parvekirina mal û milkên şêniyên ku neçarî koçberiyê bûne di navbera çeteyan de derdikeve.

(bx)

ANHA


Mijarên Din