Koçberên Girê Spî: Bêdengiya civaka navneteweyî azara me zêdetir dike

Koçberên Girê Spî bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li dagirkirina bajar û gundên wan bînin, ji ber ku bêdengiya li hemberî sûcên dagirkeriyê azarên wan zêdetir dike.

Îro bi sedan koçberên li kampa Girê Spî li qada kampê kom bûn û banga vegera li xaka xwe ya dagirkirî kir. Artêşa Tirk a dagirker 9`ê Cotmeha 2019`an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji ber vê şênî koçber bûn.

Hevseroka Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Narîn Abdulrehman daxuyanî xwend û êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka wan û koçberkirina sivîlan şermezar kirin.

Narîn Abdulrehman destnîşan kir ku sûcên artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî pêk tîne berdewama sûcên ku bapîrên wan ên Osmanî in.

Narîn îşaret bi sûcên li dijî herêmên dagirkirî pêk tên kir û got sûcên wekî koçberkirina bi darê zorê, şewitandina hilberînên çandiniyê û talankirina şûnwarên ku nîşaneya şaristaniya herêmên wan e, pêk tînin.

Artêşa Tirk li herêma Girê Spî girekî dîrokî yê bi navê Girê Sehlan xerab kir û ji bo li herêmên dagirkirî nasnameya çandî biçewisîne şûnwar derbasî xaka Tirkiye kir.

Narîn Abdulrehman di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li dagirkirina xaka wan bîne, ji bêdengiya xwe derkeve û garantiya ewlehiya bajar û gundên wan bide.

Li gorî serjimariya Rêveberiya Xweser piştî artêşa Tirk bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, zêdetirî 350 hezar sivîl koçber bûn, ji wan 100 hezar ên ji kantona Girê Spî û gundewarên wê ne û niha li kampa Girê Spî ya ku 22`yê Cotmeha 2019`an hate vekirin, bi cih bûne. Di heman demê de kesên din ên koçberbûna jî li bajarê Reqa û gundewarên wê bi cih bûne, ji ber rewşa debarê zor e, zehmetiyan dikişînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din