Koçberên Efrînê: Hemû dewletan ji bo dagirkirina Efrînê li hev kir

Koçberên kantona Efrînê ya dagirkirî tekez kirin ku ji bo rizgarkirina xaka xwe, ew ê berxwedana xwe dewam bikin û diyar kirin ku tevahî welatên cîhanê berpirsên dagirkirina Efrînê û sûcên li wê derê pêk tên in.

Artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de bi 72 balafiranên şer êrişî kantona Efrînê kir û şêniyên hemû gund û navçeyên wê kir hedef, ev yek li gel bêdengiya navneteweyî pêk hat.

Girêdayî mijarê, şêniyê bi navê Hesen Şêx Hesen ji gundê Meryemînê wiha got: "Em roja êrişên li dijî Efrînê ji bîr nakin, rojeke pir bi êş bû. Dewleta Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer êrişî gel kir, zarok, jin û mêr qetil kirin."

Şêx Hesen diyar kir ku êriş komployeke navneteweyî bû û ji hemû aliyan ve bi destê hemû dewletan dest pê kir û wiha domand: “Min bi çavên xwe dît çawa balafirên şer êriş pêk dianîn û sivîl dihatin qetilkirin."

Şêx Hesen îşaret bi berxwedana şêniyên Efrînê kir û wiha lê zêde kir: "Tevî derfetên kêm jî, şêniyên Efrînê li hemberî teknelojiya dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da. Lê li beramberî vê yekê tevahî dewletên banga azadî û exlaqê dikin, bêdeng bûn."

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Narîman Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca parçekirina Efrînê û tevlêkirina wê ji xaka Tirkiyê re wekî Lîwa Iskenderon, Efrîn dagir kir û wiha got: “Bi heman armancê êrişî Girê Spî û Kobanê kir, ew dixwaze dewleta osmanî li Rojhilata Navîn û li ser hesabê kurdan vegerîne.”

Narîman wiha berdewam kir: "Lê belê planên dewleta Tirk a dagirker bi ser nakevin û dê bi hêz û vîna şêniyên Efrînê, Efrîn were rizgarkirin û em ê li xak û darên xwe yên zeytûnê vegerin."

Her wiha şêniyê bi navê Mihemed Fatko wiha anî ziman: "Şêniyên Efrînê 58 rojan li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da. Dewleta Tirk a dagirker malbat, cîranên me û bi sedan şêniyên Efrînê yên bêguneh, qetil kirin. Gelo çawa cîhanê sûcên li Efrînê pêk hatine, tehemûl kir?"

Şêniya bi navê Sozan Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk herêmeke bi ewle mîna Efrînê, vegerandina cihê qetilkirin û tevliheviyê. Ji ber ku jinên Efrînê direvîne, zarokan dikuje û gelek sûcan li dijî şêniyên Efrînê yên resen pêk tîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din