Koçberên Efrînê: Slogana me berxwedan e

Şêniyên Efrînê gotin: "Êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê dê berxwedan û vîna me neşikînin, heta rizgarkirina Efrînê dê berxwedan solgana me be."

Şêniyên kantona Efrînê yên ji ber êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bûne, êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî navçeya Til Rifetê şermezar kirin û banga derxistina dagirkeran ji xakê û garantiya vegera şêniyan a li malên xwe kirin.

Şêniya bi navê Nebîha Arif ji gundê Rehmaniyê ye got: "Piştî berexwedana ku 58 rojan dewam kir em neçar man berê xwe bi Til Rifetê vekin. Em sivîl in, gunehên me tune ne ku dewleta Tirk bi hemû cureyên çekan êrişî me bike."

Nebîha pirsî: "Gelo Erdogan çi ji me dixwaze? Dixwaze em bi hêsanî terka erdê xwe bikin? Ez ê di vî temenê xwe de bi gopal li ber xwe bidim û terka erdê xwe nakim."

Şêniyê  bi navê Îsmet Şêxo ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê jî got: "Em aramî û aştiyane dijiyan, lê artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî me kirin, zarok, jin û mêr topbaran kirin, bi hezaran şêniyên Efrînê qetil kirin û hîn jî êriş dikin, sivîlan dike armanc û navçeya Til Rifetê topbaran dike."

Şêxo wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erdogan kesayetek hov e, fikirê jiyana hevbeş a pêkhateyan red dike, lewma biryar da ku sîstema li Efrînê hatiye pêkanîn têk bibe, êrişî Efrînê kir û em jî derxistin, heta niha êrişên xwe yên li ser kantona Şehbayê didomîne da ku em ji xaka me dûr bixe, gelê Kurd ji hev belav bike û hebûna wê li herêmê bi dawî bike. Em dibêjin ku ew ê nikaribe vê armancê pêk bîne, ji ber em xwedanên  erd û heqiyê ne, em ê heta dawiya temenê xwe li ber xwe bidin."

Şêxo di dawiya axaftina xwe bang li rêxistinên mafên mirovan kir, ku rewşa koçberên ji Efrînê di ber çavan re derbas bikin û komîteya şopandina rastiyên binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî koçberên ji Efrînê bişînin.

Şêniya bi navê Fîdan Reşîd a ji navçeya Bilbilê anî ziman ku Erdoganê faşîst bi hezaran sivîlên ji Efrînê qetil kir û rojane navçeya Til Rifetê topbaran dike, ji ber vê yekê zarok di tirsê de ne.

Fîdan got: "Erdogan çi dike bila bike, em terka xaka xwe nakin û berxwedana me heta rizgarkirina Efrînê berdewam e."

Fîdan wiha xîtabî Erdogan kir: "Erdogan ji erdê me derkeve, li vir her kes hebûna te red dike, em dixwazin li Efrînê vegerin."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hema bêje rojane êrişî herêmên sivîlan ên kantona Şehbayê dikin. Di 2‘yê Kanûna derbasbûyî komkujiyek li Til Rifetê pêk anîn di encamê de, 10 sivîl di nav de 8 zarok şehîd bûn.

(eh)


Mijarên Din

Li Şamê teqîn