Koçberên Efrînê: Lihevkirina kurdî hêviyek e

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin gotin: “Lihevkirina kurdî hêviyek nû ji bo derxistina dagirkeran ji axa me, da me. Lihevkirina di navbera partiyan de rihetiyek  di navbera gelê Kurd bi giştî de belav kir.”

Piştî însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî ji bo pêkanîna yekîtiyê û razîbûna aliyên Kurd ji ber wê, di 16`ê Hezîranê de PYNK û ENKS`ê civînek ji bo xurtkirina lihevkirinan lidar xistin.

Di 17`ê Hezîranê de her du aliyan bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku gihaştine lihevkirinek pêşîn. Ev ê jî rihetiyek di nav gelê Kurd de afirand.

Girêdayî mijarê koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin ji ANHA`yê re axivîn. Şêniyê bi navê Şikrî Hêder têkildarî gefên Tirkiyê yên ku bi rêya wê armanc dike rê li pêşiya pêkhatina yekîtiyê bigire, got: “Dewleta Tirk a faşîst li dijî yekîtiya Kurd, ziman û çanda Kurdan e. Ew rêgeza Osmanî ya ku Rojhilata Navîn di dirêjahiya 400 salan de dagir kiribû, dimeşîne. Bi armanca ku gelê Kurd qir bike. Li pêşberî tevahiya cîhanê hate ragihandin ku partiyên Kurd gihaştin lihevkirinekê. Em piştgiriya wê dikin. Tirkiyê nexwest ev yek pêk were. Lewra asta êrişên xwe li dijî sivîlên li Şengal, Wargeha Mexmûr ên li başûrê Kurdistanê zêde kir.”

Hêder di dawiyê de bang li dewletên ku banga demokrasiyê dikin kir ku sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Şêniya bi navê Cîhan Reşîd rave kir ku piştî ragihandina partiyên Kurd rehetiyek di nava gelê de belav bû û got: “Em bi serkeftina însiyatîfa fermandar Mazlûm Ebdî re gelek kêfxweş bûn. Ji ber ku em pê dihesin ku vegera Efrînê gelek nêz bûye.”

Cîhan wiha domand: “Em hebûna artêşa Tirk a dagirker li ser axa xwe red dikin. Em ê bi yekitiyê tevahiya herêmên dagirkirî rizgar bikin.”

Têkildarî heman mijarê şêniyê bi navê Hesen Qere Elî bang kir ku piştî serkeftina qonaxa yekemîn a lihevkirinan divê ev gav bidomin da ku lihember dagirkeriya Tirk liber xwe bidin û wiha domand: “Em bi hewcedariya vê yekîtiyê ne. Ji ber ku em bi hêviya rizgarkirina Efrînê û tevahiya herêmên dagirkirî ne. Em hêvî dikin ku gavên dîtir di demek nêz de werin avêtin. Ji ber ku armanca me rizgarkirina axa me ji dagirkerê Tirk e.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din