Koçberên Efrînê li kampên berxwedanê xwe ji zivistana sêyan re amade dikin

Koçberên Efrînê yên li kampên berxwedanê yên li kantona Şehbayê, xwe ji zivistana sêyan re amade dikin. Koçber dibêjin: "Dê di kampan de heta jinûve vegera li xaka xwe li ber xwe bidin."

Bi hatina zivistana sêyan li ser şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê re, koçber konên xwe ji bo zivistanê amade dikin.

Her wiha piştî koçber di havîneke germ re derbas bûn, niha amadekariya pêşwaziya zivistanê dikin.

Osman Osman di komîna 7’an a kampa Serdemê de ye, konê xwe amade dike û wiha dibêje: "Em amadekariya zivistanê dikin, hin şalên derve radikin û hinan dixin şûnê."

Osman destnîşan kir ku hewayê Şehbayê sert e, di havînê de germa zêde ye û di zivistanê de serma zêde ye.

Osman bang li rêxistinên mirovî kir ku piştevaniya koçberan bikin.

Li aliyekî din jî Zeyneb Mistefa ji navçeya Cindirêsê ye û niha li komîna 4’an a kampa Serdemê ya Şehbayê bi cih bûye, diyar kir ku dewleta Tirk komkujî li dijî wan pêk anî û bû sedema koçberkirinê. Zeyneb Mistefa wiha domand: "Em konê xwe ji bo zivistana sêyan a li kantona Şehbayê amade dikin. Her wiha mûna zivistanê jî amade dikin."

Koçberê ji gundê Mûskê yê navçeya Raco Îbrahîm Elî ku niha li kampên Şehbayê ye wiha da zanîn: "Dê tevî astengî û dijwariyan û heta vegera li xaka xwe, berxwedana xwe bidomînin."

Koçberên Efrînê ji bo amadekariya zivistanê, konên xwe sererast dikin da ku av nekeve hundir. Li aliyekî din jî hin koçber derdora konên xwe dîwaran lêdikin da ku ava baranê lê kom nebe û konê wan ji sermaya zivistanê biparêze.

(fr)

ANHA


Mijarên Din