Koçberên Efrînê dorpêça ku rejîma Sûriyê li wan ferz kiriye, şermezar kirin

Bi bilidbûna bihayê kelûpelan re, azara dorpêça ku rejîma Sûriyê li ser Şehbayê ferz kiriye zêdetir dibe. Şêniyên ku ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê koçî Şehbayê bûne, tevî hemû zehmetiyan ji bo vegera warê xwe li ber xwe didin.

Dewleta Tirk ji beriya 2 salan êrişên hovane bir ser kanton Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dewleta dagirker bi balafir, tang û topan êrişî kantonê kir. Di encamê de bi sedan şênî hatin qetilkirin, bi hezaran birîndar bûn û bi sedhezaran koçber bûn. Di nava du salan de bi hezar kes hatin revandin û gelek ji wan bi işkenceye hatin qetilkirin. Ji malbatên gelekan fidiye xwestin û heta niha akubeta gelekan ne diyar e. Gelek jî heta niha di girtîgehan de ne.

Krîza aborî ya ku di vê dawiyê de li Sûriyê çêbûye bandorek mezin li koçberên Efrînê kiriye. Ji ber ku rejîma Sûriyê Şehbaya ku koçber lê dimînin dorpêç kiriye. Tevî van hemûyan sermaya zivistanê, kêmbûna xebat û alîkariyên mirovî yên ku ji koçberên kampan re û herêmên cuda yên Şehbayê re têne pêşkêşkirin. Ruxmî wan zextan lê şênî di berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê ya ji bo vegera Efrînê de bi israrin..

Şênî li Şehbayê tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo ku pêdiviyên wan peyda bike, rewşên mirovî dijwar dijîn.

Şêniyan helwesta rejîma Sûriyê ya ku mîna temaşevan li dagirkirina kantonê meyze kir, şermezar kirin. Şêniyan gotin: “Şûna mudexele bike û alîkariya me bike, dorpêçê li me ferz kir. Budceyên mezin li kelûpelên ku tên Şehbayê ferz dike.”

Dorpêç bi awayekî mezin bandorê li bilindbûna bihayên kelûpelan dike. Her wiha bi awayekî neyînî bandorê li jiyana zêdetirî 200 hezar şêniyan dike. Heman deme de ketina lireyê Sûrî beranberî dolar jiyana koçberan zehmettir dike.

Ajansa me rewşa sûkên kantona Şehbayê şopand û hevdtîn bi şêniyan re çêkir.

Bengîn Henan ji şêniyên bajarê Efrînê ye û di dikanekê de kar dike. Henan  dibêje: "Bihaya lireyê Sûriyê li beranberî dolar pir ket. Di encamê de sûk rawestî. Ji bilî bacên ku bendên kontrolê yên rejîma Sûriyê li kelûpelên ku derbasî herêmê dibin ferz dikin, êdî biha gihaşt astek ne mantiqî. Ji du mehan ve ji ber buhabûna bihayan û dijwarbûna firotina madeyan me tiştek neaniye."

Şêniya bi navê Kifyet Mihemed got: "Êdî em nikarin pêdiviyên bingehîn bikirin. Em rastî tevahiya cureyên zextan tên. Em bang li aliyên navneteweyî dikin ku mudexele bikin û dorpêçê bişkînin."

Şêniya bi  navê Meryem Xal ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye. Meryem got: “Koçberên kantona Efrînê rastî zextên mezin tên. Êdî dorpêç û topbarana domdar a ji hêla Tirkiyê û çeteyan ve nayên tehemulkirin. Li rex wê jî bihayên şînkahiyan û şîrê zarokan buha bûne. Êdî em nikarin wan peyda bikin. Gelo heya kengî wê rewş wisa bimîne? Em bi hêviya vegera warên xwe li hember tevahiya zextan liber xwe didin û tê dikoşin."

Firoşkar Ehmed Umer ê ji pêkhateya Ereb got: "Em piştgiriya şêniyên Efrînê yên koçber bûne dikin. Em ê li rex wan di şer de jî bisekinin heta ku artêşa Tirk a dagirker ji axa xwe û axa me bê derxistin."

Kantona Efrînê ji destpêka aloziya Sûriyê ve herêma herî ewle ji herêmên Sûriyê bû. Bi hezaran koçber ji herêmên Sûriyê yên cuda hemêz kirin. Lê piştî ku dewleta Tirk kantona Efrînê dagir kir, Efrîn veguherand cihê kombûna komên çeteyan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din