​​​​​​​Koçberiyê şêniyên Idlibê ji kevneşopan dûr xistin

Bi dehan malbatên Idlibî îsal di şert û mercên awarte û giran de pêşwaziya meha Remezanê dikin.

Heta niha li parêzgeha Idlibê ya bakurê Sûriyê şer di navbera gelek aliyan de rû dide. Ji ber şerê li Idlibê di Sibata borî de pêleke mezin a koçberan xwe spart herêmên Rêveberiya Xweser. Rêveberiyê deriyê ji wan re vekir û kamp jê re ava kir.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji bo koçberên Idlibê kampek li gundê Cedîdet El-Humer ê li başûrê bajêr vekir. Di kampê de 300 kon hene ku 25 malbatan dihewîne.

Ji ber koçberiyê malbatên di kampê de meha Remezanê ya îsal bi rengekî cuda dûrî ayînên fêr bûne, pêşwazî kir.

Şêniyê bin navê Ebdo Mubarek (28) bavê 4 zarokan e û dibêje ku Remezana îsal bi zehmetî derbas dibe, ji ber ku dûrî warê xwe, di salên borî de li gel mirov û xizmên xwe derbas dikir.

Ebdo Mubarek tevî malbata xwe beriya 5 mehan ji gundewarên başûrê Helebê koçberî kampa Cedîdet El-Humer kiriye.

Bubarek destnîşan kir ku herêma wan, bi çandiniyê tê naskirin, hemû cure sebze lê têne çandin  û wiha domand: "Her meha Remezanê sifreya me bi gelek cureyên sebze û xwarinên ji baxçeyê me dixemilî. Lê îsal ji ber koçberiyê rewş hate guhertin. Li herêmên me niha xirabî serwer e û bêhna xwînê jê tê."

Mubarek bal kişand ser rola neyinî ya hebûna Tirkiyê li herêmê û got: "Dagirkeriya Tirk baregehên leşkerî li herêmên me ava kirine, destekê dide çete û komên terorîst ku niha li wir wêranî û texrîbiyê dikin."

Ev demeke tevgera koçberan a ji Idibê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve sekiniye. Berpirsê kampa Cedîdet El-Humer Xelid Mihemed anî ziman ku ji ber belavbûna vîrusê Koronayê li cîhanê û bi armanca ku vîrusê li herêmên rêveberiyê dernekeve deriyên sînor hatin girtin.

Xalid Mihemed diyar kir ku 120 kes hene rewşa wan baş e.

ANHA


Mijarên Din