Koçberiyê azarên malbata Dijwarê astengdar zêde kir

Malbata Dijwarê astengdar ê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ji Serêkaniyê koçberî Hesekê bûye, li gel azarên koçberiyê nikarin dermanêm gerek ji kurê xwe yê astengdar re peyda bike. Malbat banga alîkariyê li rêxistinên mirovî dike.

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê de bi hezar şênî hatin koçberkirin.

Şêniyên neçar bûn ji gund û bajarên xwe derkevin êş û azaran dijîn, lê malbatên ku nexweş û astengadar di nav de hene azarên wan zêdetir dibin. 

Malbata Semîra Elî Abdullah  ji 5 kesan pêk tê, di nav de zarokekî 5 salî bi navê Dijwar Sîno astengdar e û pêdiviya wî bi awayekî berdewan bi derman heye. Malbata Dijwar jî ji ber êriş û dagirkirina Serêkaniyê koçî Hesekê kir.

Dayika Dijwar, Semîra dibêje:`` Bi sebeba êrişa Tirkî û çeteyên wê em neçar bûn ji bajarê Serêkaniyê derkevin. Dijwar ji biçûkiya xwe ve nexweşê kêmbûna kilsê pê re heye. Tevahiya pijîşkên nexweşiya wî dîtine gotin pêwîstiya wî bi dermankirina domdar heye.``

Semîra wiha diyar kir ku ji dema Dijwar jidayik bûye ve heta niha nikare li ser lingê xwe raweste, bijîşkan du emeliyet  jê re çêkirin lê dîsa nikare raweste, bijîşk dibêjin pirsgirêk di beşekî mejiyê wî de heye.

Dayika Dijwar, Semîra da zanîn ku her mehekê dijwar dibin gel bijîşkekî li bajarê Qamişlo û got:`` Tenê bijîşkek rewşa Dijwar naskiriye, çend sal in  ew lê dinêre, her mehekê jî bi derdora 30 hezar L.S derman dikirim da ku rewşa wî xirab nebe.``

Semîra anî ziman ku rêxisteneke xwecihî kursiyeke gerok dan Dijwar û wiha bang kir:``Em koçber bûne ji ber wê derfetên me kêm in, em dixwazin alîkariya me werin kirin da ku Dijwar tedawiya fîzîkî bibe."

(rr)
ANHA


Mijarên Din