Koçberekî Serêkaniyê: Çeteyan şûr rakiribûn, ji DAIŞ`ê ne cuda ne

Di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagirke li ser bajarê Serêkaniyê de, beyî ku karibin tiştekî bi xwe bibin, ber bi Hesekê ve koçber dibin. Ji ber ku bawer kiribûn ku wê piştê çend saetan vegerin warên xwe. Lê di dawiyê de di dibistanên bajarê Qamişloyê re derketin, bi hêviya ku vegerin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ji 9`ê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Tirkiyê bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û di encamê de bi hezaran şêniyên her du bajaran neçar man ji warên xwe ber bi herêmên cuda ve koçber bibin.

Piraniya koçberên Serêkaniyê ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di zêdetirî 62 dibistanên bajarên herêma Cizîrê de hatin bicihkirin û pêdiviyên pêwîst ji wan re pêşkêş kirin.

Di dibistan Lîwa ya kolana Siyahî de li bajarê Qamişlo 10 malbatên ku ji Serêkaniyê koçber bûne dimînin.

Koçberê bi navê Hesen Ehmed Muslim ji ajansa me re axivî û hinek deteyên bûyerên di êrişan de pê re çêbûne vegotin. Muslim got: "Ez û malbata xwe li ber telefizyonê rûniştibûn, me nûçe dişopand û çay vedixwar. Nûçe behsa gefên serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan dikirin. Yê ku digot ew ê pişt çend saetan êriş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê bikin. Zarok li qada malê dilîstin û nizanîn ku wê çi biqewime."

Muslim wiha domand: "Saet derdora 3:30`an êvarê, artêşa Tirk a dagirker du top ber bi derdora bajêr ve avêtin. Me girîngî nedayê û me got mîna her car tevgerên istifzazî ne. Lê piştî nîv saetekê yanî di saet 4:05`yan de bi dehan top li bajarê tijî şênî ketin. Dengê qêrîna şêniyan, dengê balafirên şer û teqînan bilind bûn. Bi lez çûm derve û min dît çawa balafir navenda bajêr topbaran dikin. Rewş mîna kabûsek bi tirs bû."

`Me got tenê çend saet in û wê her tişt raweste`

Muslim îşaretpê kir ku ji bo parastina jiyana zarok û jinan biryar dan ji bajêr bi awayekî demkî derkevin bi baweriya ku wê piştî çend saetan êriş rawestin û vegerin malên xwe. Ji ber wê tevî 5 malbatên din beyî ku tiştek ji cil an jî tiştên malê bibin, ji bajêr derdikevin.

Muslim wiha got: "Me bawer dikir ku tenê çend saet in û em ê vegerin. Em pê hesiyan ku gefên Tirkiyê mîna berê ne û aramî û jiyana me tehdîd nakin. Ji ber ku bajar bi dîjwarî dihat topbarankirin, me nikarî carek din derbas bibin û tiştên xwe bînin. Me şeva xwe ya yekemîn li çolê di nav zeviyan de derbas kir."

`Dema çete derbasî gund bûn me xwe veşart`

Muslim destnîşan kir ku di berbanga sibeha roja din de berê xwe dane gundê Sefih Berekê yê ku bi 10 km ji Serêkaniyê dûr e û li wir heya 4 rojan bi hêviya ku topbaran bi dawî bibe û vegerin bajarê xwe dimînin.

Muslim wiha pê de çû: "Di roja çaremîn de me dengê çeteyên artêşa Tirk a dagirker dema derbasî gundê dibin bihîst. Ji ber wê tevî malbata xwe me xwe di nav axurekî pez de ji ber tirsa ji hovîtiya çeteyan feşart."

`Ji şêniyan pirs dikirin kafiran li ku derê xwe veşartine`

Muslim diyar kir ku çeteyan de bi 4 erebeyan derbasî gund bûn û di nav malan de belav bûn û got: "Erebeyek li ber deriyê mala bavê hevsera min rawestî. Cilên artêşa Tirk li xwe kiri bûn. Riyên wan dirêj bûn, tevî çekan xencer û şûr di destê wan de hebûn. Ji şêniyan hema pirsê çeteyên DAIŞ`ê pirs dikirin, kafiran li ku derê xwe veşartine? Mebesta wan jî Hêzên Sûriye Demorkatîk in. Şêniyan tehdîd kirin ku eger dizanin û nabêjin wê wan bikujin."

`Piştî derketinê bi lez em çûn kantona Hesekê`

Piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gund derdikevin, Hesen Ehmed Muslim bi lez malbata xwe dibe bajarê Hesekê. Piştre malbatên din jî diçin bajarê Qamişlo ji ber ku dibistanên Hesekê bi şêniyan tijî bûne.

`Hinek xizmên me ketin dorpêçê û em tiştek li ser wan nizanin`

Di dawiyê de Muslim destnîşan kir ku endamên malbata hevsera wî û hinek xizmên ku di gundên girêdayî navçeya Til Helefê de li rojavayî Serêkaniyê dimînin, ketin dorpêça çeteyan beriya ku karibin derkevin. ji ber qutbûna toreyên telefonê heta îro nizanin çi bi serê wan hatiye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din