Koçberek Kurd: Dagirkerî qirkirina etnîkî armac dike

Koçberek ji Girê Spî got, ku armanca artêşa Tirk qirkirina etnîkî ya pêkhateyên bajêr e, nexasim a gelê Kurd e, nîşana vê yekê jî dema derbasî navçeya Girê Spî bûn, ji wê re gotine, tu kurd e ji herêmê derbikeve.

Li herêmên dagikirî binpêkirinên artêşa Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, hem sivîlan qetil dikin û hem jî herêmê topbaran dikin û şêniyên koçber dikin.Di gel ku dest bi proseyên qirkirina etnîkî kirine û şêniyan ji malên wan koçber dikin û malbatên çeteyan li malên welatiyan bi cih dikin.

Meryem Weyso koçberek ji Girê Spî ye û piştrast kir ku artêşa Tirk bi rêya xîtaba ji wê re hewl didin demografiya herêmê biguherin, her wiha axaftinên nijadperestî arasteyî wê kirine û wiha gotine, tu kurdî ji vir derbikeve, tiştekî we li vir tune ye.

Meryem Weyso jî ji êş û azara koçberiya bi darê zorê, ku artêşa Tirkiyê û çeteyên xwe li ser wê û malbata wê ferz kirin, bê par nema. 

Meryem Weyso wiha çîroka xwe dibêje, min tengê teqînan û gulebaranê dibihîst lê belê ji ber hevserê min ne li mal bû ji mala xwe dernetim û piştî çend saetan dengê teqînan zêdetir bû, ez derketin taxê ku çi bibînim, leşkerên Tirkiyê û çeteyên xwe li kolanên taxê digerin.

Meryem wiha çîroka xwe berdewam kir, ez bi wan neaxivîm lê wan got, gelo tu kurdî?Min ji wan re got, belê, wan jî got, ev ne xaka te ye ji vir derbikeve, em xwedanên vê xakê ne, lê belê min fermanên wan guhdar nekir, ji ber vê yekê min her 7 zarokên min bi zorê derxistin û min êdî nas nekir çarenûsa hevserê min çi ye.

Paşê Meryem çîroka koçbertiya xwe li colê got, çend rojan tevî her 7 zarokên xwe bey ku bizanibin berê me li ku ye, em li colan man, paşê em hatin bajarê Reqayê û niha li mala mirovekî xwe dijî.

Meryem Weyso wiha amaje kir, ji beriya 35 salan ez li vî bajarokî dijîm her wiha bavê min jî ji beriya 70 salan li ser vî xakê dijiyan, ev xak xaka bav û kêlên me ne..wê demê ev xak a kê ye?Ma gelo ne xaka Sûriyê, ma gelo çi diqewime?

Meryem Weyso mijara"herêma ewle" ku Erdogan îdîaya avakirina wê dike mat ma, ji ber zlim û zor li ser destên artêşa Tirk dîtiye.Meryem ew e ku beriya artêşa Tirk û çeteyên xwe êrişî herêmê bikin û wê û malbata wê koçber bikin, bi arman dijiya.

Di dawiya de jina Koçber Meryem Weyso bang li civaka navdewletî û Meclisa Ewlehiyê kir ku yekser destwerdanê bikin û kiryarên qirkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyê rawestînin û garantiya ewlehiya koberan bidin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din