Koçberek ji Serêkaniyê bû şahidê hovantirîn sûcên dagirkeriyê

Roj bi roj sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê diyar dibin. Her roj çîrokên qurbaniyên kesên ku îdia kirin ew Şoreşgerên Sûriyê ne derdikevin holê. Ew şoreşgerên ku xwe kirin koleyê dagirkerî û tenê gelê Sûriyê berdêla wê koletiyê dide.

Koçberek ji herêmên dagirkirî Serêkaniyê hovîtiya sûcek artêşa Tirk a dagirker li dijî ciwanên gundê xwe diwesfîne. Her wiha teqez dike ku ew qebûl nake vegere gundê xwe ger dagirkerî tê de be.

Meryem Mistefa tevî malbata xwe ya ku ji 8 endaman pêk tê ji gundekî gundên Serêkaniyê koçber dibe. Meryem dibe şahidê hovantirîn sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî ciwanên gundê xwe. Meryem diyar  kir ku  artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ji destpêka derbaskirina sînor ve û heta ku derbasî gundê El-Dehmaa yê li rojavayê gundewarê Serêkaniyê bûn, siyaseta erdê şewitî dimeşandin.

Meryem dibêje: "Dema çeteyan gund dagir kirin, şênî ji malên wan derxistin. Çeteyan hinek ciwanên gund girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Di nav de kurê xalê min Ehmed El-Ewad û xizmek din Mihemed El-Misto. Piştî çend rojan agahî ji nexweşxaneyek a çeteyan hat ku biçin nexweşxaneyê. Dema xizmên min çûn, şaş man. Ji ber ku çûn da ku cenazeyên ciwanên gund ên ku girtine werbigirin."

Meryem şopên îşkenceya li ser cenazeyan dîtine, wesifand: "Çav û devên wan bi têlan hatinbûn dirûtin. Guhên wan hatibûn qutkirin."

JI BO HEMAN TIŞT BI SERÊ KURÊN WÊ NEYÊN CAREK DIN REVIYAN

Meryem tevî malbata xwe cara yekemîn ji ber topbaranê direvin, lê piştre vedigerin malên xwe. Lê Meryem piştî ku dibe şahida bi dehan darvekirinên meydanî û sûcên hovane yên ku mirov nikare hizir bike, tevî malbata xwe careke din direve.

Meryem ber bi bajarê Reqayê koçber bû. Meryem got: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku binpêkirinên çeteyan belge bikin, wan di dadgehên navneweteyî de darizînin û ji tevahiya herêmên dagir kirine de derxînin da ku şênî vegerin warên xwe”

(şx)

ANHA


Mijarên Din