Koçberek: Herêma ku Erdogan qalê dike, tenê ji bo qetilkirina sivîlan e

Welatiya ji gundê xwe yê li kantona Girê Spî koçber bûye got: “Herêma Erdogan a " ewle" tenê ji bo qetilkirin û koçberkirina sivîlan e. Ji ber vê yekê em bang li civaka navdewletî û komeleyên mafên mirovan dikin ku misogeriya vegera me li malên me  û derxistina çeteyan, bidin.”

Di 9’ê Cotmeha 2019`an de artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Erdogan daxuyanî da û îdîa kir, ku ew herêma"ewle" ji penaberên sûrî re ava dike û bi vê yekê garantiya parastina sînorê  xwe jî bi dest dixe.

Di encama êrişên de artêşa Tirk bi sed hezaran sivîl ji malên xwe koçber bûn û li dijî wan komkujî pêk anîn û mal û milkên wan desteser kirin.

Eyşê Mihemed ku ji gundê Sikeriyê yê herêma Girê Spî ya dagirkirî ye, piştî artêşa Tirk gundên wan topbaran kir, tevî 6 zarokên xwe koçber bûn. Eyşê wiha got: “Piştî artêşa Tirk gundên me bi tank û balafiran topbaran kirin, em ji herêmê derketin. Çeteyên Artêşa Wetenî yekser derbasî herêmê bûn. Tevî malbata xwe ez bi peyan ber bi herêmên bi ewletir ve çûm. Wê şevê em li malekê bi cih bûn û serê sibehê me rêwîtiya xwe berdewam kir.”

Paşê Eyşe û malbata xwe ji ber Şedadê dûrî sînorê Sûrî-Tirkî ye, herêmeke bi ewle ye û mirovên wan li wir hene, li wir bi cih bûn.

Eyşê got: “Em tenê bi cilên li ser mebûn, ji mal derketin. Çeteyan mal, milk û pezên me talan kirin.” Gelek belge isbat dikin ku çeteyên Tirkiyê û artêşa bi navê “Artêşa Wetenî” berî niha çeteyên DAIŞ`ê bûn û piştî pêngavên têkbirina DAIŞ ên ku QSD`ê ragihandin, ew reviyan Tirkiyê.

Eyşê axafina xwe wiha domand: “Qetilkirina sivîlan û komkujiya li dijî wan pêk tên, ji kiryarên DAIŞ`ê bi xwe ne û niha bi navê"Artêşa Wetenî ya Sûrî"dubare dibin. Ev jî nîşana piştgiriya Tirkiyê ji vegera terorstan li herêmên me ne.”

Di dawiyê de koçbera bi navê Eyşê Mihemed bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê de rexne kir. Eyşê bang li Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku misogeriya vegera wan li warên wan bidin. Heman demê de mafên perwerdekirina zarokên ku ji xwendina xwe bê par mane misoger bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din