Koçberekî efrînî li Helebê dest bi çandina kîvarkan kir

Mistefa Ebdo li taxa Eşrefiyê ya Helebê dimîne, di odeyeke jêrzemînê de di kîsan de kîvark çandine û dibêje ku serkeftina projeya çandina kîvarkan rê li ber firehkirina wê û firotina berhema wî li bazarên herêmî vedike.

Kîvarkên daran, yek ji cureyên kîvarkên bejî ne ku bi tehma xwe ya xweş tên naskirin. Lêçûna çandina wan jî kêm e û berê wan jî zêde ye, nemaze li herêmên ku mîna van cureyên çandiniyê nîn in.

Mistefa Mihemed Ebdo ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye, pîşeya wî ya sereke dirûtina cilan e. Malbata Mihemed Ebdo ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî Helebê dibe û li taxa Eşrefiyê bi cih dibe.

Lê ji ber rewşa aborî ya xirab û buhabûnê Mihemed Ebo dest bi çandina kîvarkan kir.

Der barê vê yekê de Mihemed Ebdo dibêje ku wî nimûneyên kivarkên daran çandiye, lê di encama lêkolîna têrnekirî de û nezanîna wî ya bingehên vê çandiniyê, şînbûna wê dereng ketiye. Li ser vê rêbazên çandiniyê yên serkeftî lêkolînê dike.

Ebdo, kîvarkan di kîsên plastic ên daliqandî de diçîne û diyar dike ku ev rêbaz a herî zêde ku li cîhanê tê bikaranîn.

Di vê projeyê de, mîqdara "pûş" saetekê di nava avê de tê kelandin da ku paqij bibe û hinek gips (çîmentoya spî) tê tevlêkirin da ku tirşîtbûna pûş kêm bibe. Piştre qateke wê dixe nav kîs û dûre jî tovê kîvarkan tê reşandin heya ku tûrik tijî bibin û tê girtin.

Piştre, ew kîsan 15 rojan di cihekî tarî û şil de ku pileya şilê ji 70 heta 100 û ya germê 15 heta 27 pileyan be tê hiştin. Piştre kîs ji bo deverek bi ronahîkirina qels tê veguhestin û bi banê odeyê ve têne girêdan. Kîs têne çalkirin da ku kîvark derxîne û roja sê caran bê avê tê reşandin. Çandina kîvarkan 25 heta 30 rojan didome.

Mistefa Ebdo dibêje ku kîvark alternatîfa goşt e, ji ber ku bi proteînan dewlemend e, gelek malbat dikirin. Her wiha diyar kir ku her kîloyek goştî digihêje 16 hezar lîreyên Sûriyê û kîloyeke kîvarkê bi 5 lîreyên Sûriyê ye.

Ebdo got ku gelek fêdeyên kîvarkê ji bo tenduristiya mirov û nexweşiyên wekî rebû û kanserê heye.

Mistefa Mihemed Ebo diyar kir ku serkeftina projeya çandina kîvaran rê li ber firehkirina wê û firotina berhema wî li bazarên herêmî vedike.

ANHA


Mijarên Din