Koçberan berê xwe dan baregeha Koalisyonê û banga parastinê kirin

Bi dehan malbat ji herêmên sînor ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker têne topbarankirin berê xwe dan derdora baregaha Koalisyona Navdewletî ya li bajarokê Çelebiyê. Şêniyan banga parastinê kir û ku zext li dewleta Tirk were kirin da ku êrîşên xwe li ser xaka Sûriyê rawestîne.

Praniya şêniyên gundên li ser sînor ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker têne topbarankirin berê xwe dan baregeha Koalisyona Navdewletî ya li bajarokê Xirab Işk. Şêniyan banga parastina xwe û zarokên xwe û rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir da ku li gundên xwe yên têne topbarankirin, vegerin. 

Bi dehan malbatên koçber ji bajarê Kobanê û gudewarên rojavayê bajêr ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker têne topbarankirin berê xwe dan baregeha Koalisyona Navdewletî ji ber li gorî şêniyan got ew berpirsên êrîşên li dijî wan têne kirin.

 Koçber li nêzî bargeha Koalisyonê li çolê bêyî ti tişt li ber germahiya tavê û sermaya şevê dijîn. Şêniyan bang kir ku civak navdewletî têkeve tevgerê da ku tundiya li dijî wan rawestînîn ji bo li malên xwe vegerin.

Şêniyên ji malê xwe derketine ji ajansa me re axivîn û tekez kir ku wan ji bo parastinê berê xwe dane baregeha Koalisyonê da ku wan ji topbaran bêser û ber a li ser xeta sînor biparêzin û gotin rewşa wan xirab e.

Kîlinda Ehmed yek ji koçberên ji gundê Elî Şiyar e got ew, zarokên wan û malbatên wan ji beriya 3 rojan li kêleka baregaha Koalisyona Navdewletî ne û rewşa wan pir xirab e.

 Ebdo Ehmed destnîşan kir ku Tirkiyê idîya dike ku ew sivîlan nake hedef û wiha anî ziman:"Ew derwan dikin. Ew sivîl û dibistanan topbaran dikin. Zarokên me ji xwendinê mehrûm kir. Me digot wê zarokên me jinûve li xwendina xwe vegerin. Ma gelo wê çarenûsa me û çarûnsa zarokên me çi be di dema ku civaka navdewletî dev ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdaye?."

Her wiha Osman Nasir jî wiha anî ziman:"Li beramberî çavên me û çavên tevahî cîhanê malên me hatin topbarankirin."

Osman bang li dewletên Koalisyonê kir ku bi wan re bisekinin û zextê li Tirkiyê bikin da ku êrîşên xwe rawestîne ji bo li malênê xwe vegerin.

Bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya baregeha Koalisyonê ya li gundê Çelebiyê kom bûne û bang dikin ku zext li dewleta Tirk were kirin da ku êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din