Koçbera ji Serêkaniyê soza berxwedanê dide û hêviyên zarokên xwe xurt dike

Emîra Ferhan ji koçberên Serêkaniyê ye û diyar dike ku ew hêviya vegerê dixe dilê zarokên xwe û ji bo vegera li warê xwe, li ber xwe dide.

Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ji DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 300 hezar sivîl ji herêmên nêzî sînorê Sûriye-Tirkiyê koçber bûn. Koçber ji herêmên xwe derketin û xwe spart herêmên QSD`ê, ji van herêman jî navçeyên kantona Hesekê ne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 64 navend ji bo koçberan veqetandin û kampa Waşûkanî li bajarokê Tiwênayê ku 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê, vekir.

Emîra Ferhan tevî her 6 endamên malbata xwe  xwe piştî artêşa Tirk û çeteyên xwe êrişî herêma Serêkaniyê kir, neçar man derkevin û koçberî bejahiya bajarokê Xenamiyê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê bibin.

Malbata Emîra ji ber dijwariya topbaranê kel û pelên xwe bi xwe re neanîn, lewma şêniyên bajarokê Xenamiyê alîkariya malbata Emîra kir.

Emîra Ferhan dibêje: "Ji ber êrişên dewleta Tirk em neçar man ji malên xwe derkevin û keda salan li pey xwe bihêlin."

Emîra amaje bi kiryarên çeteyan kir û got: "Çeteyan malên me talan kirin, gendeliyê di herêmên de belav dikin, gelek malbatan zarokên xwe winda kirin û jî dewletên cîhanê çavê xwe li rewşa me girtiye."

Emîra Ferhan bal kişand ser ku zarokên wan rojên jiyana xwe ya berê, lîstina li kolanên Serêkaniyê û vegera li dibistanê bi bîra xwe tînin û wiha pê de çû: "Zarokên min domdar pirsa “em ê kengî vegerin malê?” ji min dikin. Ez jî her hêviya vegerê bi wan re çêdikim. Ez jî hêviya wan xurt dikim.”

Emîra Ferhan di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Tiştek ji welat şîrîntir tune ye, lewma em ê heta vegera li Serêkaniyê li ber xwe bidin."

Keçe Emîra Jiyan a 11 salî jî got: "Ez bêriya dibistana xwe dikim û hêviya vegera li mala xwe dikim, dengê topbarana balafiran em tirsandin, balafiran zarokên Serêkaniyê yên bêguneh qetil dikirin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din