Koçbera ji Idlibê: Li Sûriyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên herî ewle ne

Rojane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberên ji herêma Idlibê pêşwazî dike, malbata Emîna Ebres îşaret bi koçberiya xwe kir û gotin: “Li Sûriyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên herî ewle ne.”

Koçbera bi navê Emîna Ebres (57) ji hovîtiya komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk û şerê li Idlibê  ji gundê Cebel Zawiyê yê bejahiya rojavayê bajarê Idlibê koçber bûne. Emîra tevî malbata xwe berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku cihê ewlehiyê ye.

Emîna ji gundên Cebel Zawiyê yê parêzgeha Idlibê ye û xwedan 5 zarok e. Şêniyên gundê Cebla Hemir ê bejahiya rojavayê bajarê Minbicê malek dan Emîna û niha tê de bi cih bûye. Emîna diyar kir ku ji ber kel û pel bi xwe re nanîne, lewma zehmetiya sermayê dikişinin.

Hevserê Emîna, Elî Ebres (60) beriya ji gund koçber bibin bi çend rojan di encama topbarana rejîma Sûriyê de hate kuştin, ji ber vê yekê azara Emîna dijwartir bû.

Emîna wiha got: “Ji ber ewlehî û aramî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda em hatin herêmê.” Emîna bal kişand ser kiryarên artêşa Tirk û got: “Nahêlin şênî derkevin û dema rejîma Sûriyê bajêr û gundan topbaran dike, sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tînin. Li gel vê yekê ji bo sivîl derbas bibin, çete pereyan dixwazin.”

Têkildarî zehmetiya rêyan Emîna wiha axivî: “Tirs û xofa çeteyan li milekî û sermaya dijwar li milekî din. Em çend rojan di rêyan de man, zarok bi me re hebûn. Em çend rojan bê xwarin man.”

Emîna got: “Ji ber topbaranê mala min hilweşiya, her wiha 3 malên hemberî mala min jî hatin hilweşandin û xelekên di malan de hatin kuştin. Li pêşberî çavên me hovîtirîn komkujî pêk hatin. Ez spasya Lîwaa El-Siwar ên ku di bin siya QSD`ê de  dikim. Ji ber bi me re bûn alîkar û derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.”

 (eh)

ANHA


Mijarên Din