Koçber: Têkiliyên Erdogan û çeteyên wê bi ola Îslamê re tune ye

Di roja Rojbûna Pêxember Mihemed de, şêniyên ji Serêkaniyê yên hatine koçberkirin, gotin kirin ku tu eleqeya artêşa Tirk a dagirke û çeteyên wê bi ola Îslamê re tune ye, rojane bi sedan musilmanan qetil dike.

Ji 31 rojan ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, axa wê dagir dikin, gelê wê didin koçberkirin û hewl didin demografiya wê biguherin.

Zêdetirî 300 hezar sivîl di encama êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê de koçber bûne. Koçberên ku di dibistanan de dimînin, pirs dikin çawa Erdogan bi navê Îslamê êriş dike û rojane bi sedan musliman qetil dike.

Koçbera ji Serêkaniyê Şêxa Umer(70) dibêje Erdogan ne musliman e û wiha domand: "Tu têkiliyên Erdogan û çeteyên wê bi Îslamê re tune ye. Bi navê Îslamê êrişî herêmê dike û bi hezaran muslimanan qetil dike."

Şêxa balkişand ku îro Rojbûna Pêxember Mihemed, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelê herêmê dikujin û milkên wî talan dikin.

Şêxa dipirse:" Erdogan çi ji me dixwaze, bi hezaran sivîl da koçberkirin. Ew şerê Hêzên Sûriye Demokratîk nake. Ew şerê tevahiya sivîlan ji tevahiya pêkhateyan, ji biçûkan heya mezinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

Di nav gotinên xwe de Şêxa got: "Guneha zarokan çi ye, ji ber Erdogan û timayên wî di dagirkirina axa me de êş dikşînin. Ez hêvî dikim koçber hemû vegerin warên xwe."

Ji aliyê xwe ve koçbera bi navê Neîma Bekir Buza got:" Ji 31 rojan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelê me dikujin û didin koçberkirin. Ez dixwazim ji cîhanê hemû re bêjim Erdogan ne musliman e. Ew ola islamê û teror hincet digire."

Neîma wiha domand:  "Erdogan me da koçberkirin, tevî ku em musliman in endamên malbata min qetil kirin. Bila cîhanê hemû bizane ku armanca Erdogan dagirkirina axa me, qirkirin û guhertina demografiya herêmên me ye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din