Koçber di berxwedana xwe de bi israr in û banga derxistina çeteyan dikin

Şêniyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji warên xwe hatine koçberkirin, gotin: “Çeteyên artêşa Tirk mal û milkên me wêran kirin. Em ê jî li beranberê vê yekê  berxwedana xwe dewam bikin.”

Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran sivîl ji herêmên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê û gundên nêzî xetên şer koçberbûn. Hîn jî dewleta Tirk agirbesta di navbera Rûsaya û Amerîkayê de binpê dike. Gelên herêmê ji ber êrişên artêşa Tirk koçber dibin.

Ji ber hejmara koçberan roj bi roj zêdetir dibe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê zêdetirî 64 navend vekirin û paşê li bajarokê Tiwênayê ku 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê kampa Waşûkanî vekir.

Rewşa koçberan li navend û kampa Waşûkanî nebaş e û rêxistinên navdewletî alîkariya koçberan nakin, tenê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd xizmeta koçberan dikin.

Ajana me serdana kampa Waşûkanî kir û rewşa koçberan ji nêz ve şopand.

Fatima Elî ji gundê Til Sûger ê bajarê Serêkaniyê ye. Fatima got: “Çeteyên artêşa Tirk anku kesên bi navên "Artêşa Wetenî ya Sûrî"milkên şêniyên gund ji genim û ceh bigire, heta bi alavên malê dizîn. Zêdetirî 20 roje em li konê pêşwaziyê ne, rêveberiya kampê hewl dide konekî ji bo kufletê min vegire, lê hîn bi dawî nebûye. Her çiqasî rewşa me zehmet be jî lê heke çeteyên artêşa Tirk dernekevin ez û her 8 kufletên xwe venagerin malên xwe.”

 Zekiye Ehmed Xidir a ji gundê Menacîr ê girêdayî Serêkaniyê axivî û got: “Çeteyên artêşa Tirk malên gund bi tevahî dizîne, tenê dîwar hiştine. Hejmara kesên li gund mane kêm e, rewşa wan kambax e, li gund ne av û ne jî kehrebe û nan heye.”

Meryem Mihmed Silêman a ji gundê Leylan ê girêdayî Serêkaniyê wiha axivî: "Ez û her 11 kufletên xwe di konekî de dimînin. Çeteyan malên me hilweşandin û hertiştê me ma di mal de. Rewşa kampa Waşûkanî baş e û pêwîstiyên me bi cih tên. Hêviya me derxistina çeteyan û vegera li malê ye.”

 (eh)

ANHA


Mijarên Din