"Koçberî bi serpereştiya Tirkiye û Qeterê çêbû"

Serokê Boruya Rêveber a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê got, koçberiya li Sûriyê çêbûye, di dirêjahiya salên borî de bi serpereştiya dewletên Tirkiye, Qeter û Rûsyayê bû û destnîşan kir ku dê Sûriye bi ax, gel û pêkhateyên xwe, yekgirtî bimîne.

Bi sernavê "Koçberî û koçberkirina bi darê zorê" de, Partiya Pêşerojê ya Sûriye li xwaringeha Nuxbe ya bajarê Hesekê, panelek li dar xist.

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Suryanî Gabrîal Şemûn, serokê Buroya Rêveberiyê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê Mihemed Salih El-Zobei, her wiha endamên saziyên sivîl û leşkerî, paritiyêh siyasî û êlên eşîran, tev li panelê bûn.

Panelê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre serokê Buroya Rêveberiyê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê Mihemed Salih El-Zobei, der barê koçberikirina bi darê zorê de, semînerek da û wiha tê de got: "koçberkirina bi darê zorê, kiryareke hikûmet an jî hêzeke nîv leşkerî an jî komeke nejadperst, olperest, mezhebpest bi armanca valakirina herêmekê ji xelkê wê û bicihkirina kesên din li şûna wan."

El-Zobei destnîşan kir ku koçberiya li Sûriyê çêbûye bi serpereştiya dewletên mezin, di dirêjahiya salên borî de binesaziya mirovî da guhertin û wiha dewam kir: "Piraniya peymanên koçberkirinê bi serpereştiya Rûsyayê, hatin îmze kirin. Her wiha aliyên din ên weke Îran, Tirkiye û Qeterê jî beşdarê bûn. Şêniyên resen ji bo herêmên ku rêjîmê dorpêç kirine, veguhestin."

El-Zobei diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji dagirkina bajarê Efrînê ew bû ku, şêniyên resen bide koçberkirina û demogrefiya herêmê biguhere. Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe kiryarên weke revandin, şantaj û guhertina binesaziya mirovî li Efrînê li dijî hemî pêkhateyan bi taybetî li dijî kurdan, pêk anî.

El-Zobei di dewama axaftina xwe de bal kişand ku Hêzên Sûriye Demokratîk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêze û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêve dibe, hemî pêkhateyên gelê Sûriyê hembêz dike û aramî û jiyana hevbeş lê serwer e. Ev herêmên ewle ji pilanên Erdogan ê dixwaze gelê Sûriyê tune bike, nefilitîn.

Serokê Buroya Rêveberiyê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê, bi domdarî wiha got: "di 9`ê Cotmehê de, êrişa dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê destpê kir û herêmên li ser sînor dagir kirin. Çekên qedexekirî, balafir û tang di êrişa xwe de bikar anîn û şêniyên herêmê yên resen dan koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bicih kirin. Di 12`ê Mijdarê de jî çeteyên Tirkiyê sekertêra gistî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef tevî şofêrê wê Ferhad Remedan bi rengekî hovane û dijmirovî, qetil kirin."

Her wiha diyar kir ku wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi hemî hêza xwe tekoşîn dikin û bi xêrxwazên ji Sûriyê û cîhanê re li hev dikin da ku terora ku bi destê Erdogan û Îran û Rûsyayê li dijî gelên Sûriyê tê kirin, bi dawî bikin.Serokê Buroya Rêveberiyê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Mihemed Salih El-Zobei diyar kir ku divê Sûriye bi ax, gel û pêkhateyên xwe yekgirtî bimîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Pîvanên ku em pê bawer in û ên biratiya gelan û jiyana hevbeş temsîl dikin, me tînin cem hev. Em û aliyên navnetewî hewl didin ku koçberan vegerînin herêmên wan û pêşerojeke azad ku dûrî nîjadperestî û olperestiyê ye, ava bikin."

Panel bi sînevizyonekê li ser jiyana Hevrîn Xelef, bi dawî bû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din