Kobaniyan daxwaza avakirina dadgehekê, ji bo darizandina DAIŞ`ê kir

Şêniyên bajarê Kobanê ji civaka navnetewî û herkesê ku girîngiyê didin doza şerê li dijî terorê xwestin ku alîkariya Rêveberiya Xweser bikin da ku dadgehekî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Bakurê Sûriyê ava bike.

Beriya ku çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve werin têk birin, çeteyan kiryarên dermirovî li ser gelên herêmê dan meşandin. Çeteyan şênî qetilkirin, revandin, malên wan rûxandin û binesaziya bajaran xirab kirin.

Ji ber vê yekê gelê ku herî azar ji çeteyên DAIŞ’ê kişandin, gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Gel daxwaz dike ku dadgehek navnetewî ku çeteyên DAIŞ’ê têde werin darizandin dikin. Gelê herêmê dixwaze çete li ser axa ku sûc lê kirine werin darizandin.

Izet Bozan jî yek ji Kobanê ku azar ji çeteyan kişandiye. Bozan got: “Em ji civaka navnetewî dixwazin ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re bixebitin da ku dadgeheke navnetewî ji bo darizandina hezaran çeteyên biyanî û herêmî yên DAIŞ’ê ava bikin.”

Şêniyê bi navê Xazî Mihemed jî axivî û wiha got: "Çeteyên DAIŞ`ê sivîl kuştin, mal talan kirin û rûxandin,  şehîdên me bi keda xwe welat rizgar kirin. Niha hin dewlet bê hesab hemwelatiyên xwe ji Sûriyê vedikişînin. Em naxwazin bên kuştin lê divê li gorî zagonên navnetewî û bi hebûna malbatên şehîdan bêne darizandin."

Xazî got: “Pir giringe ku dewletên rojavayî bi şêniyên herêmê re hevkar bin, da ku dadgehekê li herêmên azar ji DAIŞ’ê dîtine, ava bikin. Ji bo ew çete bên darizandin.”

Her wiha yek ji şêniyên Kobanê Rehîmê Bozo jî axivî û wiha got: "Divê DAIŞ bê darizandin. A baş ew e ku li bajarê Kobanê bêne darizandin. Ji ber DAIŞ`ê li Kobanê bi sedan zarok bê dayîk û bav hiştine.”

Lê heta niha li gel daxwazên Rêveberiya Xweser û gelên herêmê jî Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ`ê, heta niha jî tu helwestên zelal nîşan nedane.

(jo)

ANHA


Mijarên Din